Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hewlên Hikûmeta Libnanê yên vegerandina penaberên Sûrî bo deverên di bin kontirola rêjîma Esed de, bêyî ku guh bide saxlemiya wan penaberan û metirsiya ku dê rastiyê werin heger vegerin şermezar dike, û daxwaxa liveke yekser ji bo nehêlana çi vegerandina kotekî ji civaka navdewletî dike.
Hîn Bêhtir ji nîvê xelkê Sûriyê derbider û penaber in, ji ber kiryarên tawankarî yên kuştin û girtin û îşkencê yên ku rijêma Esed pêktîne, û ev kiryar ta niha tên dubarekirin, ji ber hebûna heman tawankarên ku bi sedên komkujiyên belgekirî pêk anîne.
Bersivdana Hikûmeta Libnanî ji çi planeke koçkirina bi darê zorê re, tê wateya ku dibe careke din komkujiya taxa Eltedamon dubare bibe, ji ber ku amûrên rijêma serkutkirinê hîn di girtina kotekî ya sivîlan de li deverên di bin kontirola rijêmê de berdewam in, û rewşa kesên bi sedema rijêmê derbider bûne û jiyana li deverên rijêmê ret kirine dê çawa be heger bi darê zorê hatin vegerandin?
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwazê ji Hikûmeta Libnanî dike ku çi pilaneke vegerandina kotekî rawestîne û rêzê li yasayên navdewletî bigire, nemaze yên ku jê dixwazin ku penaberan biparêze û mafên wan bide wan, û ew Hikûmeta Libnanê di ber çi ziyana ku bigihê van penaberan berpirsyar dibîne.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza destêwerdana rasterast ji Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind ya Penaberan dike, ji bo parastina penaberan li Libnanê û rawestandina vegerandina wan bo deverên di bin kontrol û zordariya rêjîma tawankar û dezgehên wê yên ewlekariyê de.
Hevbendiya Niştimanî, balê dikişîne ser ku milîsên Hizbullaha yên Libnanî û kiryarên wan yên terorîstî li Sûriyê li kêlek rêjîma Esed û Rûsiya û Îranê, sedemên sereke yên afirandina azarên Sûriyan û penaberbûna wan in, û gotina ku deverên rijêma Esed ewle ne, gotinek ne rast e, û bihane ye ji bo Hikûmeta Libnanî da penaberan derbixe, piştî nekarîna wê ya rûbirûbûna milîsên Hizbullah, yên ku xwe li ser saziyên dewletê ferz kirine, her weha nekarîna Hikûmetê ya rêvebirina krîzên navxweyî yên curbecur yên welat.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
6 tîrmeh 2022