Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hûrgiliyên bûyera cihê mixabiniyê ya ji hêla polîsekî ve dijî rojnamevanan li bajarê Babê li gundewarê Helebê pêk hatiye dişopîne, û kar li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Navxwe dike, ji bo kontirolkirina riftarên polîsan û nehêlana dubarebûna bûyerên mîna vê yên ku ti peywendiya wê bi şoreşa Sûriyê re nîne, û hêviyên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de nîşan nade.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya danîna yasayên vebir kir, ji bo nehêlin çi binpêkirin dijî çi kesê dîtir pêk were, ji ber ku ev kiryar keda hevbeş ya polîs û Wezareta Navxwe beravêtî dikin, ew aliyên ku roleke wan a giring û berçav di têkbirina hewlên rêxistinên terorîstî de, yên ku bizava têkbirina ewlekarî û aramiyê li deverên rizgarkirî dikin, heye.
Û Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser azadiya rojnemevanî û ragihandinê û azadiya derbirînê dike, bi awayekî ku mafê rojnamevanan misoger bike, û karê wan li deverên rizgarkirî hêsan bike.
Û tekeziyê li ser piştevaniya xwe ji her cureyên tevgera gelêrî ya aştiyane re ya ku hişyariya gel û dilêşiya wî li ser pêşkêşkirina nimûneyeke serkeftî li deverên rizgarkirî dike, ji ber ku ev xwepêşandanên aştiyane yek ji girîngtirîn destkeftên şoreşa Sûrî ya gewre ne.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya daxwazên rewa yên pizîşk û kadroyên Sûrî li bajarê Babê dike, û cextiyê li ser baweriya xwe ya kûr dike, ku Sûriya ya ku sûrûyên azadîxwaz bendewarê wê ne pêşde naçe, bêyî keda kurên wê û qurbaniyên wan û dilêşiya wan li ser serkeftina welatê wan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
02 tebax 2022