Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê Damezrandina Komisyoneke Niştimanî bo Hilbijartinan li Sûriyê

November 20, 2020
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku tiştek cihê desteya hukumdarî ya veguhêz bi tevaya desthilatan nagire, û ew ne dipejirîne û ne jî  beşdariyê di çi hilbijartinan de dike bi hebûna vê rijêma tewanabar.

Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî pabend e bi bicîanîna berpisyariyên xwe derbarê biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û daxwiyaniya Cinêvê, daku kadroyên şoreşa Sûriyê û hêzên wê ji bo hemî erk û mafên têkildarî pêkanîna çareseriya siyasî amade bin, û desteya hukimdariya veguhêz bi tevaya desthilatên xwe bêyî Esed damezrînin, û li gor pilana her çar sepetan, Hevbendiya Niştimanî biryar da ku komisyoneke niştimanî bo hilbijatinan ava bike, daku amadekariyên qonaxa veguhêz û piştî wê bike.

Me berê jî tekezî li ser pêwîstiya wergirtina pêngavên bêhtir bo rabûna bi tevaya rêyên çareya siyasî kiriye, tevî pirojeya dariştina destûrekî nû û rêxweşkirina lidarxistina hilbijartinên azad û pak di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî di jîngeheke aram û bêalî de, li gorî ku di biryara Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî hejmar 2254 de hatiye, û hiştina ku penaber û derbider û tevaya xelkê Sûriyê li welatên biyaniyê beşdar bibin.

Komisyona Niştimanî ya Hilbijatinan dezgehek teknîkî ye ji bo amadekirina beşdariya di hilbijartinan de di qonaxa veguhêz û piştî wê re, û dê li tevaya deverên dikare ku bighêjê li hundir Sûriyê di riya mîkanîzmên avakirina kadroyan û rahênankirina tîmên pispor daku li ser tevaya pirsgirêkên girêdayî pirosesa hilbijartinan bixebite, û komisyon dê semînar û komcivînan lidar bixîne daku cûrbecûr aliyên hilbijartinan di nav gelê Sûrî de diyar bike, bi mercê ku hilbijartinin pak bin, û cihê serê rijêmê û mezintirîn sembolên wê têde tune be dabîn bike.

Komisyon dê li gel dezgehên Sûrî yên şoreşgerî û rikber li seranserî cîhanê bixebite, daku alîkar be di pevguhartina piştgiriyê ta bighêje misogerkirina hilbijartina nûnerên gelê Sûrî yên rasteqîn, û dê li ser xurtkirina pirensîpa pişikdarî û hevkariyê li gel hêzên civakî û sivêîl û siyasî li hundir û derveyî welêt bixebite.

Tevî girîngiya avakirina vê komisyonê weke pêngavekê li ser rêya çareya siyasî, lê dê ne temam be ger helwesteke navdewletî cidî neyê sitandin, û pirojeya tewanên berdewam li Sûriyê bidawî neke, û livek li ser binyada biryarên Encûmena Ewlekariyê dest pê nebe, yaku pêkanîna veguhêza siyasî misoger dike, û berve sîstema hukmê şareza biçe û azadî û rûmetê ji bo welatiyan dabîn bike, û li ser sizakirina tewanbaran û guhdan û pêçana birînên kesên ziyan dîne û qurbaniyan kar bike.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

20 çirya paşî 2020

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post

Di Roja Cîhanî ya Zarokan de

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.