Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di dema ku nîşanên berpisyariya rijêmê di ber pêkanîna tewanên dijî mirovahiyê û bikaranîna çekên kîmawî kom dibin de, û tekezkirina hejmareke mezin ji dewletan li ser sizakirina berpirsên wan tawanan, em dibînin ku hinek pişta tawanbar digirin, û dixwazin tewanên wî berdewam bimînin, lê di encamê de dê ew jî pê re noq bibin .
Rabûna desthilata Morîtanî bi karê danîna balyozê xwe li bal çeteyên tawanbar di vî warî de tê, ev kar serçimandin e li pêşiya aliyên dixwazin ku deverê bikin toreke tawan û stemkariyê li ser bingeha baltecîtiyê û ristina pilanan, û dixwazin bêserûberiyê biafrînin û ketwarekî bê pirensîp û li gor rizgarbûna tawanbaran ji sizayan bisepînin.
Gelê sûrî vê pêngavê ret dike, û çi daxwazên biserxistina rijêma Esed şermezar dike, û wek beşdariya di tewanê de li wê pêngavê dinhêre, û ew daxwaz li gor nerînin kurt in, û tenê berê deverê ber bi bêhtir sînaryoyên kuştin û teror û teqînê dibin, ew karên ku rijêm têde pispor e.
Em doseya rijêmê ya tijî komelkujî û tawanên koçberkinê û îşkencekirinê û bikaranîna gaza sarîn bo fetisandina zarok û jin û pîran, di bibîra wan aliyên ku her demekê daxwaza biserxistina rijêma Esed dikin tînin, û em ji wan dixwazin ku pabendiyê bi helwestên Komkara Erebî û gelên erebî bikin, yên ku bi carekê naxwazin ku dakevin çirava xûna ku rijêma Esed rijandiye, û ew derbarê tawanên rijêmê yên dijî gelê sûrî bêdemg namînin.
Û pêwîst e were bibîranîn ku her destek berve rijêmê bête dirêjkirin, ew wî karî li pêşiya 55 hezar wêneyên 11 hezar girtiyên ku bi rengekî rêbazkirî hatine kuştin û îşkencekirin dike, ew jî dihêle ku em bipirsin, gelo berjewendiyên li paş van pêngavan çi ne? û ew ji encama çi gendeliyê pêk hatiye?
Em bawer in ku çarenûsa vê pêngava cihê mixabiniyê, ne cuda ye ji ya bizavên xwestine ku rijêmê biser bixînin ne, ji ber ku her kesê destê xwe bidê da wê rizgar bike, dê di heman pirka rijêmê wer bibe.
Sûriya ne rijêma Esed e, û tawanbar ti carî nûnertiya qurbaniyan nake, û gelê Sûriyê çaverêyê pêkanîna mercên vegera welatê xwe bo Komkara Erebî ye, piştî sedemên nevegerê ji holê rabin û di serî de rijêma Esed. Û bizavên dibin ji bo tawanbar bi ser bixînin, û çareya siyasî û biryarên navdewletî piştguh bikin, tewanwke nû ye dermafê sûriyan, û ew bêrûmetî ye dermafê fîdakariyan û sivkatî bi mafên wan û hêviyên wan e.
Dema ku em daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî û sizakirina tawanbar û hevalbendên rijêmê û misogerkirina ku tawanbar ji sizayan rizgar nebin ji cîhanê dikin, em pêşbîn dikin ku dewletên ereb û gelên bira dê helwestin bêhtir cihgirtî bistînin, daku pirkirina fişaran dijî rijêmê misoger bibe, û kar li ser veguhestina sûriyê berve sîstemeke siyasî û sivîl a nû de bikin, li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 nîsan 2021