Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dijminkariya îsraîlê li ser bajar û kampa Cenîn li Filestîna dagîrkirî ya ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji kesan û koçberkirina bihezaran û wêrankirina jêrxaniya kampê ji ber êrîşên ku du rojan li ser kampê berdewam kirine, şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya tevgerekê ji hêla civaka navdewletî ve ji bo rawestandina dijminkariyên dubare ji aliyê hêzên dagîrker ve, herweha li ser hewlên rasteqîntir bo belavkirina aştiyê û rawestandina tundiyê li seranserê cîhanê nemaze li Sûriya û Filestînê, dike.
Têkliya ku herdû gelan yê Sûrî û yê Filestînî bi hev ve girê dide biratî ye, û derdeseriyên wan mîna hev in, ji ber hebûna hêzên dagîrker ên ku bi awayekî berdewam tundiyê dermafê bêgunehan bikar tînin, û armancên wan jî yek in, ew jî bidestxistina azadî û serxerbûn û rizgariya ji stemkarî û dagîrkeriyê û jiyana bi aştî û azadî û rûmet e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 tîrmeh 2023