Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe tîne ziman derbarê doza hevbeş a Holenda û Kenedayê li dijî rijêma Esed di Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî de ya ji bo dadgehkirina wê Ii ser tawanên îşkencekirinê yên dermafê Sûriyan pêk anîne, û bikaranîna çekên kîmawî û girtin û binpêkirinên mezin dijî mafên mirovan, û vê destpêşxeriyê bilind dinirxîne, û balê dikşîne ser girîngiya pêngavên bi vî awayî tevî derengmayîna wan.
Hevbendiya Niştimanî hemû hewlên navdewletî yên kartêker ên dikevin xizmeta dosya dadpirsîna rijêma Esed li ser bihezaran tawanên cengê yên ku dermafê xelkên bêguneh li Sûriyê pêk anîne bilind dinirxîne, û tekez dike ku divê civaka navdewletî rêşûnên vebir ji bo dadgehkirina vê rijêmê bistîne, û mafê bi melyonan qurbanî vegerîne, û veguhestina siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 pêk were.
Tawanên bêhejmar ên ku rijêma Esed û hevalbendên wê pêk anîne, li bal Sûriyan bîrdankeke tijî mirin û trajedî ye, û ev tawan bi derbasbûna demê nayên lêbûrînkirin, û rijêma Esed hîn jî tawan li pey tawanê dermafê sûriyan pêk tîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 hezêran 2023