Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Nitimanî, tekez dike ku di gerên navdewletî yên bûrî û civatên bi aliyên navdewletî re hatine lidarxistin de, tevî yên li gel Emrîka, yên ku Serokê Hevbendiyê an jî Cîgirên Serok an Nûnerên Hevbendiyê têde amade bûne, tiştekî nû nebihîstine, nemaze derbarê mijara hikûmeteke hevbeş li gel rijêma tawanbar yaku hin kes û alî li ser diaxivin.
Hevbendiya Niştimanî cext dike ku çi pêşniyara ne li gor rêya navdewletî, yan çareya siyasî di riya biryarên Encumena Ewlekariyê re be, û li gor daxwiyaniya Cinêvê be, dê ji binî de bête retkirin.
Çênabe ku Hevbendiya Niştimanî wek saziyeke şoreşgerî û siyasî ya ku baweriya wê bi nirx û pirensîpên azadî û rûmet û demoqrasiyê û desthilatdariya aqilmendane heye, û çaverê ye ku wan pirensîpan li ser zemînê cîbicî bike, beşek ji pirojeyên ji vî cureyî be.
Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên şoreşê pêgir û pabend e, û bi çi awayî nabe piştgir an hevpişk di çi destpêşxerî an di çi çareyeke derveyî rêyên biryarên Encumena Ewlekariyê de, lewra em tekez dikin ku çareya siyasî sebaret Hevbendiya Niştimanî ew e, ku biryara 2254 cîbicî bibe, tevî damezrandina desteya hikumdariya veguhêz bi tevaya karînên wê yên ku çi rola Esed têde tune be, û destûrekî nû bête anîn, û hilbijartin bi sponseriya Netewên Yekbûyî li dar bikevin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
31 çirya pêşîn 2021