Daxwiyaniyeke Rojnemevanî
Komelkujiya ku îro li devera Babê li gundewarê Helebê di riya bordomankirina bi mûşekan ji aliyê milîsên PYDe ya terorist ve pêk hatiye, tawaneke cengê ya nû ye, li doseya van çetan zêde dibe, dosya armanckirina sivîlan û pêkanîna tawanên cengê, nemaze ku ew piştî çend rojan ji komelkujiya ku li Efrînê pêk anîne tê.
Bordomana teroristî yaku sivîl li devera babê îro armanc kirine tawankarî ye, û ew di warê çêkirina hîn bêtir pêlên derbiderî û penaberiyê de tê.
Ev komelkujî hevdem e bi çilemîn bîranîna komelkujiya rijêma Esed re yaku li parêzgeha Hemayê pêk aniye, ew jî yeksaniya kiryarên vê rêxistina terrorist li gel rijêma Esed xurt dike, her weha lihevkirina wan di warê tawanên cengê de dijî gelê Sûrî bi hemû pêkhatên wî ve.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza helwesteke navdewletî ya cidî bo rûbirûbûna terora van milîsan dike, her weha daxwaza rawestandina piştgiriyê ji ser wan û bidawîanîna dabînkirina parastinê bo wan di bin çi bihaneyê de be dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ew helwestên dewletên bêdeng derbarê tawanên van rêxistinan red û şermezar dike, û careka dî daxwaza jihevêxistin û qewtandina tevaya komik û milîsên terorist û derxistina hemû çekdarên biyanî ji xaka Sûriyê dike.
Dilovanî bo pakrewanan
Saxlemî bo kesên birîndar
Sersaxiyên gerim bo xwediyên qurbaniyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
2 sibat 2022