Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komkujiya tirsnak ya ku milîsên PYDe yên terorîst dermafê sivîlan li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê di riya bombebarankirina bazareke gelêrî re, duh êvarî, ji deverên di bin kontiroleke hevbeş li gel rijêma tawanbar de pêk aniye, û di encamê de 5 kes şehîd ketine û hejmarek din birîndar bûne, şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên xwe yên germ ji malbatên şehîdan û gelê Sûriyê re pêşkêş dike, û ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî dixwaze ku bersiva tawanên dubare yên ku deverên rizgarkirî û deverên Tirkiyê armanc kirine bide, ji bo ku rê li pêşiya van milîsan bigre û metirsiya wan ji ser sivîlan dûr bixe.
Milîsên PYDe yên terorîst bi kiryarên xwe yên dijminkarî yên dubare, diçesbînin ku ew milîsek ji yên piştgiriya rijêma Esed dike ye, û herdû alî di armancên xwe yên kuştina sivîlan û têkbirina ewlehî û aramiya deverên rizgarkirî de hevpar in.
Dilovanî bo pakrewanan,
Sersaxiya germ bo xwedî û malbatên wan, Saxbûna lezgîn ji birîndaran re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
23 mijdar 2022