Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di çarçoveya helmeta gurkirina leşkerî ya ku ta niha ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve bi riya armanckirina sivîlên bêguneh re li deverên rizgarkirî berdewam e, rijêmê tawaneke cengê ya nû dermafê pênc zarokan, sê ji wan biryayên hev in, bi rêya topbarandinan li ser malên sivîlan li gundê Qerqûr li desşta Elxab ya gundewarê Hemayê, duh roja yekşemê di 22/10/2023an de, pêk anî, û ev tawana nû li dosya wê ya tawanên wê cengê û yên li dijî mirovahiyê yên berfireh zêde kir, û rijêm sûdê ji nebûna vîna navdewletî ya kartêkerkirina mîkanîzmên yasayî ji bo dadpirsîn û sizayan de, û berdewamiya bikaranîna Rusya ji mafê VETO yê astengkar di Encumena Ewlekariyê de re werdigre.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku rijêma Esed hîn li ser heman rêbaza tawankarî ye, ji ber ku baweriya wê bi ti proseyeke siyasî ya ku dê karibe daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne tuneye, lêbelê xwe dispêre dijminkariyê û rêbaza leşkerî û berdewamiya tundî û kuştin û serkutkirin û koçberkirinê, wek amûrekê bo çespandina desthilata xwe ya nerewa li Sûriyê, mîna sizakirinê ji sivîlên ku daxwaza dadwerî û azadiyê û jiyana birûmet dikine re.
Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî xwest ku tawana cengê ya ku rijêmê li gundewarê Qerqûr pêk aniye şermezar bike, û mîkanîzman ji bo vekirina xetimandina di dosya Sûriyê û piroseya siyasî de ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî bibîne, û bi awayekî kartêker hewl bide ku veguhestina siyasî pêk were, û biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê, nemaze biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013) cîbicî bike, Ji bo bicihanîna daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê yên avakirina dewleta dadmendî, azadî û demokrasiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
23 çirîya pêşîn 2023