Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi operasiyonên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Daişê da. ew operesyonên bi amanca şerê hêzên tirorist yên ko bi hezaran sûrî kuştin.
Di heman çaxê ko gelek alî û di serî de Rêjîm dixwazin ko tiroristiyê bişînin derveyî Sûriyê da gefan ji dewletên cîran û Herêmê çêbikin.
Tev ko gelek coreyên Tiroristiyê û alavên wê hene lê Rêjîma Esed ew dimîne maka bingehîn ya Tiroristiyê.
Ew dixwaze ko rêbaza xwe û siyaseta xwe bi hevkariya Rêkxistinên tundrew wek Rêkxistina Daiş ya tirorist û bi hevrêzî bi partiyên din re yên ko ew jî wek wî heman tundiyê dikin.
Dîsa Hevbendiya Niştimanî tekez dike rêbaza tenê ko herêmê aram bike ew e ko beraberiya tiroristiyê û jêderê wê yên rastî bibe. Gerek rola ko Rêjîma Esed dilîze ber çavan bête dîtin,ji ber ew piştgiriya Rêkxistinên Tirorist dike da derfetê bo berdewamiya xwe çê bike. Operasiyonên Daiş li dijî miletê Sûriyê rêjeya guncawbûna wan bi siyaseta Rêjîmê re giha 88%.
Gelê Sûriyê red dike ko xaka Sûriyê bibe warê Rêkxistinên di lîsteya tiroristiyê de, û hîç napejirîne ko xaka Sûriyê jêdera nearamiya dewletên cîran be.
Tirkiya li kêleka Gelê Sûriyê û daxwazên wî ji destpêkê ve rawestiyaye. Daxwazên ko Gelê Sûrî herdem li ber guhê civaka Navdewletî û dewletên cîran dixe û di rêka Şoreşa wî ya berdewam re diyar in.
Berê jî Hevbendiyê hişyarî daye li ser metirsiya evê Rêjîmê ne tenê li ser Gelê Sûriyê belê li ser tevaya Herêmê.
Xalid Xoce
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê
24.07.2015