Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî rawestîna xwe li kêlek Qiraltiya Mexriba bira di pêngava mebest jê ku parastina ewlehiya Mexribê û aramiya wê di rûbirûbûna tevgerên ku yekîtî û aştî û ewlehiya wê armanc dikin tekez dike.
Livên nerewa li devera Kerkerat yên rêkeftin û lihevhatin û mercên agirbestê binpê dikin, hişt ku ev tevger bibe, yaku ji bo nehêle hîn bîhtir gef li ser ewlehî û aramiyê çêbibe hatiye.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariya misogerkirina cîbicîkirina rêkeftinên leşkerî hilgêre, û mercên agirbestê dabîn bike, û derfetên serkeftina pirosesa siyasî biparêze, daku bighêje çareyeke dawîn ji vê nakokiya dirêj re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
14 çirya paşî 2020