Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî çavnêriya lidarketina Lûtkeya Erebî li Cezayîrê di rojên yekem û duyem ji heyva mijdarê de dike, bi hêviya ku ev lûtke pêşketinekê di dosya Sûriyê de der barê piştgiriya veguhestina siyasî li gor biryarên Netewên Yekbûyî pêk bîne, bi şêweyê ku hêviyên gelê Sûriyê yê ku hîn bendewar e ku di riya piştgiriyeke cidî ji birayên Ereb re azadî û mafên xwe pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya ku biraderên Ereb helwêsteke vebir ji bo bidawîkirina trajediya gelê Sûriyê ava bikin, û veguhestina siyasî li gorî biryara 2254an pêk were, û beşdariyê di kartêkerkirina dosya dadpirsîna rijêma Esed de bikin, û rola Sûriyê ya bingehîn û sereke vegere, daku ji nû ve tevlî hawirdora xwe ya erebî bibe, dike.
Rijêma Esed bûye amûrek di destê Îranê de, û bûye dergehek ji bo pirojeya wê ya kîndar, ya ku gef e ji dewletên birayên me re, û tiştê ku pê radibe ji xizmeta rijêma tehranê re ye, ya dixwaze hejmûna xwe berfireh bike, li ser bingeha piştgiriya kiryarên terorîstî û wêrankarî di riya milîsên mezhebî yên kîndar re yên li hejmarek ji dewletên ereb belav dibin ava bûye, daku ewlehî û aramiya wan têk bibe, ji ber vê yekê hizra vegerandina rijêma Esed bo Komkara Erebî di çi demê de be, tê wateya derbaskirina Îranê bo nava Komkarê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
31 cotmeh 2022