Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro bîranîna hejdemîn a serhildana 12 avdarê ya sala 2004an derbas dibe, yaku kurdên Sûriyê ji bajarê Qamişlo de vêxistine û raperîn derbasî bajarê Amûdê bûye yê ku lê peykerê dîktatorê Sûriyê rûxandine û di pey re alava wê gihiştiye Efrîn û Kobanê û Heleb û Şamê, û rijêma Esed bersiva wan bi guleyên zindî û bi pêleke berfireh ji girtina bi sedên ciwanan da.
Bi dehan pakrewan ji xelkê Sûriyê bi guleyên endamên istixbaratan û hêzên rijêmê hatin kuştin, rijêma ku herdem bizav bo lêdana tevna civakê û jiberhevxistina xelkê yek welatî de dikir, û bi sedan di girtîgehên şaxên asayîşên dewletê de hatin girtin, û rastî azar û tirsandinê bi heyv û salan hatin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî silavê arasteyî xelkê me yê kurd û nemaze xwediyên pakrewanên 12 avdara 2004an dike, sala nîşana ku di dilê sûriyan de lê dida û êşa rasteqîn yaku têde dijiyan û zordariya ku rastiyê dihatin diyar kiriye, û heza azadî û rizgariya ji stemkariyê eşkere kiriye.
Îro hîna xelkê me li Cezîrê û Rojhilatê Ferêt zorê di bin desthilata kotekî ya bi rengekî dî dibînin, milîsên ku xwe dikin ku nûnertiya kurdan dikin lê pîstirîn riftaran bi wan re bikar tînin, û hemû kiryarên ku rijêma Esed dijî kurdan ji kuştin û serkutkirin û girtin û şêwandina rêbazên fêrkirinê pêk tînin, û zêdetir ji rijêmê zarokan direvînin û berve leşkergehên leşkeriya neçar dibin.
Hevbendiya Niştimanî ji xelkê me yê li Rojhilatê Ferêt û nemaze kurdan dixwaze ku raperîna 2004 û şoreşa 2011 dijî milîsên PYD yên terrorist yên girêdayî rêxistina PKKê nû bikin, û wan ji Sûriyê berve cihê ku jê hatine “Qendîlê” biqewtîne, û dijî rijêma Esed ya tawanbar serî hildin, û ji civaka navdewletî dixwaze ku sîwana parastinê ji ser van milîsan hilîne, û piştgiriya wan rawestîne, û civaka navdewletî ji wan bixwaze ku girtiyan berde, û azar û revandin û leşkerkirina zarokan rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî careka dî tekeziyê li ser nirxên azadî û hevwelatbûnê û giringiya xurtkirina baweriyê di navbera tevaya gelê Sûriyê de li gel parastina pirensîpên şoreşa Sûrî ya gewre dike, û pabendiyê bi pirojeyeke komelgehî yaku bizavê bo avakirina dewleteke sivîl û demoqatîk yaku mafên netewî bo hemû pêkhatên wê biparêze bike, û tevaya şêweyên zor û newekheviyê ji ser milê wan hilîne, di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de bi zemîn û gelê wê ve.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
12 adar 2022