Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe tîne ziman hember helwesta ku Encumena Karûbarê Derve ya Ywkîtiya Ewropa ya di civaka xwe ya dawîn de ragihandiye derbarê retkirina rewatiya rijêmê û tekezkirina li ser pêwîstiya veguhestina siyasî li Sûriyê.
Ji ber ku Yekîtiya Ewropa tekez kir ku ew normalkirina têkliyan bi rijêmê re, an hilanîna sizayan, an nûavakirina welêt berî veguhestina siyasî li gor ku di biryara Encumena Ewlekariyê 2254de hatiye ret dike, û divê ku sînorek ji serkutkirinê û rizgarbûna ji sizayan û serbestberdana girtiyan re were danîn, û çarenûsa windayan diyar bibe.
Yekîtiya Ewropa tekez kir ku rêbaza leşkerî ya rijêmê di serkutkirina şoreşê de tevî derbasbûna bêhtir ji deh salan ji kuştin û koçberkirina bi milyonan ji sûriyan biser neket, û rijêmê welat gihande rewşa dewleteke têkçûyî û xwedî aboriyeke hilweşayî, û ew hîn jî di jikarêxistina tevlêbûna cidî di pirosesa veguhestina siyasî de berdewam e.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku helwesta Yekîtiya Ewropa hemahengî biryarên navdewletî ye, bi dûrhiştina vê rijêmê û berdewamiya sepandina sizayan li ser wê, û rêxweşkirina sizakirina tevaya sembolên wê bi tuhmeta pêkanîna tawanên cengê û di serî de Beşar Elesed, û ev helwest bi ketwar re guncav e, di dema ku rijêm û sponserên wê di pêkanîna tawanên cengê de li ser curbecur astan dijî gelê Sûrî berdewam e, û divê ku herdem ji aliyê civaka navdewletî ve tekezî li ser pêwîstiya veguhestina siyasî û sizakirina tawankarên cengê bibe.
Hevbendiya Niştimanî ji tevaya hêz û saziyên navdewletî dixwaze ku hîn bêhtir rijêma qirkirinê bidne aliyekî, û wê bi rewakirina di riya pêşkêşkirina pirojeyên dijberî biryarên navdewletî re, yên ku encamên wê dikevin xizmetê rijêmê de, rizgar nekin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
24 kanûna paşîn 2022