Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê palpiştiya xwe ligel daxwazên girtiyên girtîgeha navendî ya Hemayê tekez dike, û li pêşiyê daxwaza serbestberdana wan ya bilez tevî sercem girtiyên di girtîgehên eşkere û nehînî yên Rijêmî de, û pûçkirina dadgehên bi navê dadgehên terorê û yên meydanî û pûçkirina sercem fermanên wan.
Hevbendî cext dike ku pêwîst e, encûmena asayîşa navdewletî rabe bi derxistina biryarek pabendkirî li ser cêbicêkirina van daxwazan ligor tekesta biryara xwe ya berê hejmar 2254 ya li sala 2015 an, herwiha bilez rê bête vekirin li pêş derbasbûna çavdêrên navdewletî li nav girtîgehan bê astengî, û rabe bi her karekê ji bo rizgarkirina jiyana bi dehan û bi sedhezaran girtiyan yên dijîn di girtîgehên tarî yên Rijêmê di baredoxên sosret û xirab de.
Hevbendî di heman çarçovê de amaje dike bi raporta rêxistina lêborîna navdewletî ya li heyva reşemehê ku têde aliyek ji tawankariyên hovane yên Rijêmê di derheq girtiyên di girtîgeha Seydneya serbazî de eşkere kiribû, bi pêkanîna kiryarên bidarvekirina bikom û kiryarên qirkirina pêrewkirî di hindur girtîgehê de, ku pêwîst e ew tawan herdem di bîr bînin li dema berçavkirina doseyên girtiyên di girtîgehên Rijêmê de.
Hevbendî dupat dike ku fayilê girtiyan û bêseruşûnan wê dubare karekî wê yê serekî be û herdem dupat dike ku wê ne cihê danustandinan be û bazar li ser nabe bi çi awayî.
Şikodarî ji şehîdan re û saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
26 cehzeran 2017