Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Derbarê rûdana jehrîketina zarokên Sûrî li bajarê Zebedanê li gundewarê Şamê piştî xwarina keresteyên xwarinê yên hatîn dayîn ji bal Netewên Yekgirtî, jêderekî berpirs ev daxuyanî da:
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, daxwaza encamdana lêkolîneka zelal û rasteqîn ji aliyê heryek ji Netewên Yekgirtî û Nivîsîngeha wê ya karubarên Mirovî dike, derbarê rûdana jehrîbûna 250 zarokan û jinekê li bajarê Zebedanê li gundewarê Şamê piştî pêşkêşkirina komekên xwarinê ji aliyê tîmeke Netewên Yekgirtî ku ji piskewîtên dema çakiya wan derbasbibû pêk dihat.
Ji aliyê xwe ve Encûmena xwecihî ya bajarê Zebedanê û Beqîn bi encamdana lêkolîneke bilez rabû, ku têde diyar bû ku ew keresteyên çax-biserçûyî ji aliyê tîmeke Netewên Yekgirtî ku 320 kertonên çax-biserçûyî ji giştiya 650 kertonan pêk hatine.
Hêjayî gotinê ye ku di demeke berê de jî Hevbendiya Niştimanî dîsa daxwaz ji Netewên Yekgirtî kiribû ji bo encamdana lêkolînan di çend doxên veguhestina alîkariyên terxankirî bo awareyên Sûrî di serbazgehên Esed de li Elmestûma li gundewarê Idlibê, ku pêk dihatin ji xêvet û kelupelên xwarinê û çenteyên xwendinê û doşek û betaniyan, lê hêjî encamên lêkolînê nehatine ragihandin, herwiha doxên destdanîna ser alîkariyên rêxistinên Netewên Yegirtî ji aliyê hêzên Esed û çeteyên wî bê encamdana liveke berçav ji aliyê layenên navdewletî yên pêwendîdar.
Hêjaye gotinê ku Hevbendiya Niştimanî niha rawêjkariyan dike bo standina rêşûnên pêwîst di derheq layen û kesên berpirs yên diber rûdana jehrîbûnê de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
28 Çiriya pêşîn 2015