Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro salvegera dehemîn ya komkujiya Elholê ya parêzgeha Humsê ye, yaku li Sûriyê yek ji pîstirîn komkujiyên rijêma Esed û milîsên wê dermafê sivîlan bû, û li gorî belgeyên saziyên mafnasî yên navdewletî 108 kes têde hatin kuştin.
Berî deh salan di bîst û pêncê heyva gulanê de, teroristên rijêma tawanbar û milîsên wê êrîşî malên sivîlên ewle kirin, û zarok û jin û mêr civandin, û destên wan girêdan, û tev bi gule û kêran bi darve kirin, ew jî wek bersiv ji banga azadiyê yaku gelê Sûriyê dengê xwe pê bilind hildaye.
Û li gel bêdengiya navdewletî di wê demê de, ku civaka navdewletî xwe spartibû şermezarkirinan. Ev rijêma tawankar piştî deh salan hîn di pêkanîna komkujiyan de dermafê sivîlan berdewam e, bêyî bersiveke navdewletî daku jiyana bi melyonên Sûriyan ji hovîtiya vê rijêmê rizgar bike.
Ev rijêm ji roja yekemîn ya şoreşa Sûriyê de xwe sparte kuştin û terorê, daku dengê azadiya ku gelê Sûriyê pê bang kiriye vemrîne, lewra komkujiya Elholê û komkujiya Taxa Eltedamun û komkujiyên bi çekên kîmawî û bi hezaran komkujiyên hovane yên hêzên rijêma tawankar bû, daku vîna gelê Sûriyê serkut bike.
Rizgarbûna rijêmê û hevalbendên wê ji sizayên derbarê tawanan, ew han dan li ser pêkanîna tawanên nû weku Rûsiya îro li Okranya dike, û hişt ku hîn zêde kuştin û serkutkirinê bikin, û têde çekê hebe wek bermîlên teqîner û mûşek û keresteyên kîmawî bikar bînin, û tevaya xêzên sor dijî gelê bêçek derbas bikin, ew jî bû sedema afrandina derdeseriya mirovahî ji bimelyonên Sûriyan re, di dema ku tawanbarê cengê li ser termên qurbaniyên bêguneh dimîne.
Bêdengiya navdewletî yaku gelê Sûriyê rastiyê hatiyê, gelê Sûriyê ji xweragirî û rûbirûbûna ketwarê tal li gorî derfetên berdest paşde neda, bi hêviya ku bighê xewna azadî û rûmet û jiyana ewle, û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Netewên Yekbûyî di berdewamiya derdeseriyên sûriyan de bi sedema bêkêriyê di sizakirina vê rijêmê derbarê tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku pêk tîne û berepêkdana cîbicîkirina biryara Encumenên Ewlekariyê 2254 bo pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê berpisyar dibîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 gulan 2022