Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku tiştê di rojnameya The Guardian ya Birîtanî de hatiye derbarê şandina rijêma Esed ji pisporên di warê çêkirina bermîlên teqîner de bo Rûsiya, û diyar dike ku rijêm hevparê Rûsiya ye di cenga wê ya li ser Okranya û tawanên cengê yên ku li wê derê pêkhatine de.
Rijêma Esed tiştek ji sûriyan û cîhanê re pêşkêş nekiriye, ji bilî kuştin û alozî û teror û milîsên tawankar, herweha bikaranîna wê îro ji bermîlên teqîner re ji bo berjewendiya Rûsiya, nîşaneke metirsîdar e li ser gengaziya zêdebûna hejmara kuştiyan û pirbûna ziyanan û ruxandina bajarên Okranya, ji ber ku ev çek ji hemû çekên dîtir bêserbubertir e, û berê rijêmê ew ji bo bombebarankirina bajarên Sûriyê yên ku serî dijî wê hildan terxan kiribû, da wan birûxîne û xelkê wan bikuje û koçber bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser piştgirî û hevkariya gelê Sûriyê li gel miletê Okranya dike, û baweriya xwe bi pêwîstiya aştiyê bo tevaya cîhanê tîne ziman.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza sepandina vederkirina navdewletî ya tam li ser rijêma Esed dike, û bêparkirina wê ji kursiyê wê di Netewên Yekbûyî û Encumena Mafên Mirovan û tevaya saziyên navdewletî de, ji ber ku rijêm di ber bisedên tawanên ku pêk anîne û hîn jî li Sûriyê û derve pêk tîne de berpisyar e, û di pey re di Dadgeha Tawanên Navdewletî de li ser tawanên ku pêkanîne were sizakirin, û veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254 cîbicî bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 gulan 2022