Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Derbarê bûyerên dîrokî yên ku di destpêka sedsala bûrî de rûdane, û girêdayî bi Ermeniyên ku li ser xaka dewleta osmanî di dema cenga cîhanî ya yekemîn de dijiyan, Encûmena Lîstikan(Encûmena Gel) ya rijêma Esed ya tawanbar bi pirojeyeke siyasî, derket pêşberî me, ew jî cihê matmayinê ye ku Encûmena Lîstikan li ser pirsên dîrokî biaxive.
Tawanên rijêma qirkirinê û komelkujiyên metisîdar yên ku dermafê gelê sûrî pêk anîne, bi bimelyonên dîdevanî û raporên saziyên navdewletî û komîteyên lêpirsînê yên serbixwe hatine belgekirin, tevî tawanên bikaranîna çekên kîmawî û tawanên dijî mirovahiyê ta bighêje îşkencekirin û bidarvekirina dervayî yasayê û koçberkirina kotekî û talan û dizî û bazirganiya bi keresteyên hişbir, û tevî wê jî em dibînin ku vê rijêma bê sinc tev alêgirên xwe di warê mafê mirovan de şîretan dikin, di dema ku ew di gola xwîna xelkê sûrî de noq bûne.
Em tekeziyê li ser redkirina bikaranîna siyasî ji vê doseyê û doseyên mîna wê re dikin, û em dibînin ku vegera li dîroka hevbeş ya deverê û cîhanê alaveke ku gereke em waneyan jê werbigrin, û şaştiyan dubare nekin, û yasa û rewaya navdewletî ew lêveger e bo çareserkirina doz û kêşeyên navdewletî, û divê dozên dîrokî ji sazî û komîteyên pispor re bihêlin, daku bi rêyeke durist di riya vegera li tevaya belgeyên dîrokî yên bedrest re yên li bal hemû aliyan çareser bikin, û em bawer in ku tevaya gel dê bi encamên wê razî be.
Em herdem li kêleka kesên ku zordarî dijî wan hatine kirin radiwestin, û em dadweriyê ji wan re dixwazin, û çi hewlên keysbazî yên ku derdeserî û êşên wan bo berjewendiyên teng bikar bînin em ret dikin, û em di wê baweriyê de ne ku hemû gel di daxwaziyên me de dê li kêleka me rawestin, û dijî rijêma Esed û tawanên wê yên hovane û yên dijî mirovahiyê pêkanêne bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
29 nîsan 2021