Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Ne weke her car şanderê navdewletî di şiroveya xwe ya dawîn de bal kişand ser ku rijêma Esed sedema sernekeftina gera pêncemîn ya Komîteya Destûrî ye, û ragihand ku wî ji Encûmena Ewlekariyê re got ku Serokê Hevbeş yê Desteya Danûstandinê pêşniyarek li ser mijarên rêşûnî danî ser masê, û şanderê navdewletî jî pêşniyareke cuda pêşkêş kir, lê şandê rijêmê herdû pêşnyar ret kirin.
Gelê sûrî ji ber astengkirina berdewam ji pirosesa siyasî re bêzar bûye, û em dibînin ku encama ku şanderê navdewletî li vê dawiyê gihîştiyê derbarê hewcedariya rêyeke siyasî ya berfireh; wek daxwaza me ye, di warê vekirina tevaya rêyên çareya siyasî de, û di serî de desteya hukumê veguhêz tevî hemî karîn û desthilatên wê.
Û em dibînin ku daxwaza şanderê navdewletî derbarê giringiya hebûna tevgereke dîplomasî ya navdewketî bo Sûriyê tiştekî erênî ye, û ew jî wek daxwazên me yên berdewam ên girêdayî bikaranîna madeya 21 ji biryara 2118 ya girêdayî sepandina rêkarên piratîk dijî rijêmê ye, li gor beşê heftemîn, û kartêkerkirina wê bi şêweyekî gumcaw ji bo ku cîbicîkirina çareya siyasî li ser bingeha biryara 2254 û li gor mîkanîzma çavdêriya navdewletî ya vebir misoger bibe, yaku têde hewlên Emrîkî, Ewropî, Erebî û Tirkî yek bin, bêyî ku çi derfetê bidin rijêmê ku bi biryaran bilîze û wan asteng bike.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya pabendiyê bi naveroka biryarên navdewletî dike, yê ku çarçoveya pirosesa siyasî nîşan dike, û bal kişand ser giringiya sepandina fişareke rasteqîn û bi encam ji aliya dewletên çalak di civaka navdewletî de li ser siponserên vê rijêmê û yên wê bikar tînin, daku berve cîbicîkirina biryarên navdewletî bajon, û pirosesa siyasî ber bi pêşde bibin, tevî serbestberdana girtiyan û avakirina hukumê veguhêz bi hemû karînên wê û pêkanîna reşnivîsa destûrê, daku veguhestina demoqrasî li Sûriyê pêk were.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
11 sibat 2021