Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tawana metirsîdar ya ku îro li bajarokê Annecy li başurê rojhilatê Firansayê li çiyayên Alpê pêk hatiye û têde 5 kes birîndar bûne, 4 zarok di nav wan de hebûn, şermezar dike, û redkirina xwe ji hemû şêweyên tundûtûjiyê yên ku xelkê bêguneh li her deverê rastiyê tên, nîşan da.
Hevbendiya Niştimanî hevxemiya xwe ya tam li gel qurbaniyên bêguneh tîne ziman, û saxbûn û başbûna lezgîn ji wan re dixwaze, û tekez dike ku gelê Sûriyê li her cihî miletekî hezkerê aştî û azadiyê ye, û ev bûyera hovane ji aliyê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ve şermezarkirî û redkirî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
8 hizêran 2023