Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku tawana cengê ya ku duh ji aliyê rijêma Esed ve pêk hatiye, û bûye sedema ketina herî kêm 7 şehîdan li bajarê Idlibê û bajarokê Ebzîmo li gundewarê Helebê, li gel berdewamiya armanckirina malên nişteciyan, dijatî ye ji hemû yasayên navdewletî re û sivkatî bi civaka navdewletî ye, û rêbaza leşkerî ya hovane ya rijêmê di danûstandina bi sûriyan re piştrast dike.
Nestandina rêşûnên rêgir ji aliyê civaka navdewletî ve, di riya Encûmena Ewlekariyê re ji bo rawestandina êrîşên dubare û dabînkirina parastinê ji sivîlên li deverên rizgarkirî re, rijêma Esed û hevalbendên wê han dide li ser ku bêtir tawanên cengê pêk bînin, û ev yek aramiya deverê têk dibe, û bidehhezaran ji xelkê neçarî derbiderî û penaberiyê dike û rewşa mirovî xerabtir dike.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û dewletên xwedî bandor di dosyeya Sûriyê de dixwaze ku helwesteke vebir li hember van tawanan bistînin, û mîkanîzmayên zelal ji bo aktîvkirina dadpirsînê û berpirsiyariya tawanên cengê bibînin, û rêşûnên kartêker bistînin ji bo bidawîkirina astengkirina piroseya siyasî, ya ku Netewên Yekbûyî li Cinêvê serpereştiya wê dike, ji hêla rijêma Esed ve, li gor biryara Encumena Ewlekariyê jimar 2254 ya sala 2015an, û ji dewletên garantor di pêvajoya Astanayê de daxwaza pabendiyê bi têgihîştin û protokolên di navbera wan de derbarê agirbestê û nehiştina çi kiryarên dijminane yên ku sivîlan û navendên giştî armanc dikin dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 kanûna pêşîn 2023