Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Careke din terorîstî sivîlan armanc dike û hewl dide tirs û terorê li bakurê gundewarê Helebê belav bike, û êrîşa duhî yekşemê dijî bajarê Ra’î, nêzî nexweşxaneya mezin, di heman çarçoweyê de ye, û têde 11 şehîd ketin û 15 birîndar bûn, herweha ku dibe amara qurbaniyan zêdetir bibe, nemaze ku hin ji wan birînên wan giran in.
Ev tawan tê piştî tawaneke din ya hevşêwe ji berî du rojan li bazarekê gelêrî beriya nimêja înê, û bû sedema kuştina 13 sivîlan, zarokek di nav wan de heye, tevî birîndarbûna 25 kesan.
Ev êrîşa tawankarî bi awayekî plansazkirî hat, ji bo armanckirina sivîlan û zêdekirina fişaran li ser wan, digel bombebarana hovane ya berdewam li ser seranserî gundewarê Idlibê, û ev êrîşên pev re ji bo sepandina bijardeya leşkerî û tawankariya rejîmê û hevalbendên wê û bidawîkirina hemû derfetên ji bo çareseriyek siyasî, bi sûdwergirtina ji nexuyabûna civaka navdewletî ya bi yekcarî.
Artêşa Niştimanî ya Sûrî berdewam e di peyketina çete û terorîstan de, û rojane bi erkên xwe ji bo bilindkirina asta amadebûna xwe radibe, ji bo dijberiya hemû planan ji bo bidawîkirina hebûna her terorîstekî yan metirsiyekê li ser ewlehiya sivîlan li herêmê.
Ev terora ku rejîm birêve dibe û belav dike, tevî terora ji hêla milîs û rêxistinên hevalbendên wê bi navên cuda, ji encama têkşikestina civaka navnetewî di dosyayê de ye, û bêhêzbûna wê li ser ferzkirina çareseriyek siyasî ya rastîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
16.09.2019