Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî zêdegaviya kirêt dijî Dêra Meryem Elezra bi destê rêkxistina tirorist Daiş li Gundê Til Nesrî li gundewarê Hesekê protesto dike.
Û tekez dike ko tawankariyên Daiş pê radibe , bêhtir yekîtiya Sûriyan li himber wan xurttir dike ji bo rûbirûbûna vê rêxistinê û ruxandina jêderê wê ku ew jî rijêma Esed e.
Divê dawî ji neçarî û sersariya civaka navdewletî re bê ragihandin, û berpirsiyariya civaka navdewletî derbarê berdewmiya xwînrêtina Sûriyan bê ronîkirin. Rawestandina evan tawankariyan bi tevgera navdewletî ve girêdayî ye, ew berpirsiyariyê hildigirin û giringe helwesteke tund bistînin. Helwestek ko dawiya Rêjîmê û yên pê ve girêdayî bînin, û çareseriyeke durist ji vî şerî re deynin.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
5 Nîsan 2015