Daxuyaniyeke rojnamevanî
Xula şehîda zarok Umeya Eymen El-Riz
Bi rawestana deqeyeke bêdengî û xwendina fatiheyê li ser giyanê şehîdan û gengeşekirin û erêkirina xalên di rojevê de, Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mustefa karubarê xula 41’emîn a desteya giştî ya Hevbendiyê dest pê kir.
Rewşa li ser erdê bi hemû hûrbîniyan bi taybetî rewşa li Idlib û Hamayê ji mijarên pêşîn bûn yên axaftineke dirêj li ser wan hat kirin, piştî pêşkêşkirina raporteke berfireh ji aliyê “Ofîsa Karubarê Leşkerî”, ku têde pêşketin û derfetên pêşbînîkirî li Idlib û encamên civîna Tehranê hatin gengeşekirin.
Hevbendiyê pesnê xwenîşandanên aştiyane û sivîl yên redkirina êrîşê li navçeyên rizgarkirî da, û tevlêbûna hemû çînên gel li nav xwepêşandanan û bilindkirina ala şoreşê û tekezkirina daxwazên azadî û rûmetê û mafên destûrî û mafên mirov bilind nirxandin, herwiha supasiya helwesta Tirkiyê û piştgirîya navnetewî û Ewropayê yên guncayî bi helwesta Hevbendiyê re ya redkirina êrîş û holocosta tête plankirin li Idlibê kir, û got ku wê ew êrîş bibe sedema felaketên mezin û wê ziyan li bimilyonan kesên sivîl bibe ku armanca sereke parastina wan e, û dibe bibe fakterê peydabûna koçberiyeke mezin, û rapora meydanî behsa rewşa başûr û Cizîr û Efrînê kir.
Û mijara girtî û bêseruşûnan û pêwendî û çalakiyên komsîyonê cihekî wê yê sereke di raporta Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtiyan de hebû, herwiha Hevbendiyê spasiya karên rêxistin û çalakvanên mafên mirovan kir ji bo peyketin û dadgehkirina sûcdarên şer ji rêveberên rejîmê li pêş dadgeha Ewropayê, yên ku encamên girîng bidest xistine.
Komîsyona serokatiyê jî raporta xwe ya li ser çalakiyên serok û cîgirên serokê hevbendiyê û rewşa dezgeh û komîteyan û çalakiyên wan pêşkêş kir, tevlî xwendina raporta sikreterê giştî yê desteya siyasî, ku biryar û pêşniyarên desteya siyasî tê de hatibûn, û herwiha raporên çalakiyên ofîs û komîteyan di dema borî de.
Serokê hikûmeta demkî, Dr. Cewad Ebu Heteb raporteke berfireh li ser kar û çalakiyên hikûmetê di warên cuda de, û zehmetiyên dikêşin, û pêşniyarên ji bo aktivkirina rola hikûmetê û bernameyên wê pêşkêş kir.
Nîqaş bi berfirehî li ser rewşa siyasî û pêşketinên wê hebûn, û Serokê desteya danustandinên Sûriyê, Dr. Nasr Herîrî axaftinek bi berfirehî pêşkêş kir derbarê civînên siyasî û xal û encamên têkiliyên desteyê, û hevdîtina Astana û Komîsyona Destûrê û pêşhatên wê yên dawî, û nîşanên bi hêz hene ku pabendiya bi Cenevrê takerê ye ji bo danûstandinan, û pêvajoya siyasî dê bimîne di cihê xwe de wek bingeh ji bo pêvajoya danustandinê li Cenevrê, û tekezkirina Hevbendiyê li ser pêdagiriya çareseriya siyasî ya seranser li gor biryarên yasaya navnetewî û biryara 2254, ya balê dikêşe li ser neguhêrên Hevbendiyê û biryarên wê derbarê redkirina rola serokê rejîmê û destekên wî yekser piştî destpêkirina qonaxa veguhêz , û tekezkirina ku şoreşa sûrî ew e ya herî zerer ji destê terorê û hemû terz û rêxistinên wê dîtiye, û artêşa azad dijberiya hemû terzên wê di salên borî de kiriye, û gereke bê gotin ku divê bersiva terorê bi awayekî tevahî bête dan, û pêwîst e ku çavkaniyên sereke bêne jinavbirin, bi taybetî tundrewiya peyda dibe, ji nencama bêdengiya navnetewî hember derdeseriyên gelê sûrî.
Hevbendî yekîtî û serxwebûna welat û rizgarkirina wî ji milîs û hêzên dagîrker ên biyanî û avakirina sîstema piralî ya sivîl û demokrat piştrast dike, ku tê de edalet û rûmet û azadiyê ji bo hemû gelê Sûriyê yên li ser bingeha hemwelatîbûnê misoger bibe, li gor destûra bingehîn a modern ku hesreta azadiya xelkê Sûrî û çesipandina rola wî ya şaristanî dabîn bike, û ji bo mafên hemû pêkhatên Sûriyeyê di çarçoveyê yekîtiya gel û xaka Sûriyê de misoger bibe.
Di civînê de rastiya rewşa hevbendiyê ya rêxistinî hat behskirin, û çend biryar hatin standin, û karê bicihanîna pêşniyar û biryarên aktivkirina hevbendiyê û hebûna wê di hundir Sûriyê de bi desteya siyasî hat spartin, çi di herêmên azad de, yan jî li seranserî Sûriyê be, û giringîdana avakirina artêşeke niştimanî ya azad li ser bingeha pîşeyî û profesyonelîyê ji bo bi rola xwe ya jê tê xwestin rabe.
Rehmet li şehîdan be, saxlemî ji bo birîndaran û azadî ji girtiyan re
Serkeftin ji şoreşê re, bijî Sûriya bi azadî û serfirazî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
9 Îlon 2018