Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Destwerdana leșkerȋ ya diyar ȗ eșkere ji rejȋma Iranȋ re di Sȗryayȇ de nema gefek bo milletȇ Sȗrȋ ȗ pȇkhatiyȇn wê tenȇ ye, lȇ metirsiya wȇ sȋnorȇ Sȗrȋ derbas kiriye bo bibe mȋna hișiyariyekȇ bo deverȇ bi giștȋ. Iran ȋroj li devera Erebȋ di riya ola hevbeș re belav ȗ fireh dibe bo berjewendiyȇn rejȋma xwe ya zordar ȗ pirojeyȇn taybet pȇk bȋne, di her deverekȇ de nakokȋ, Milișiyat, ȗ kantonin dȗrȋ pirojeyȇ niștimanȋ yan jî netewȋ. Ji Iraqȇ ber bi Libnanȇ ve, dȗv re Sȗrȋ ȗ Yemen. Ev piroje di zelaltirȋn șȇweyȇ xwe diyar dibe, ȗ nayȇ rawestan ger ne di riya pirojeyeke Erebȋ giștȋ re be, ku karibe ewlehiya netewȋ biparȇze, vȇ vezilȋnȇ rawestȋne, ȗ berjewendiyȇn erebȋ ȇn hevbeș biparȇze.
Em di Hevbendiyȇ de bi pȇșinyara ku Cȋgirȇ Razgirȇ Giștȋ bo Komkara Dewletȇn Erebȋ Ehmed Bin Hillȋ derbarê pȇkanȋna hȇzeke Erebȋ hevbeș bo sazkirina ewlehiya netwȋ erebȋ ragihand kȇfxweș in, xala sereke ku jȇ destpȇ dibe, destwerdana Iranȋ li Sȗryayȇ bȇguman wȇ di serȇ listeya karȇ civata bilin ya komkara erebȋ de be a ku wȇ di 28ȇ Avdara niha lidar bikeve.
Berȋ niah Hevbendiyȇ ji Encumena Ewlehiyȇ ȗ Komkara Erebȋ xwestibȗ ku civȋnek bi vȇ destwerdanȇ girȇdayȋ be lidar bixin, ȗ biryareke tȗj ku binpȇkirinȇn ku rejȋma Iranȋ li Sȗryayȇ dike qedexe bike. Herweha hȇzȇn siyasȋ nȗnerȇn șoreșa Sȗrȋ ji destpȇkȇ doza aktȋvkirina rola Komkara Erebȋ dikirin, ȗ pȇwistiya rabȗna wȇ di cihȇ wȇ yȇ rastȋn de di bȗyeran de tekez kir.
Hevbendiyȇ bi van xwestekan kir, ȗ bi xwesteka komkarȇ bi civȋnek awarte ȗ derȋna biryarin Sȗrȋ , milletȇ wȇ, ȗ pȇșeroja wȇ biparȇze bihȇz kir. Vaye ȋroj vexwenda xwe nȗ dike bo nerȋnek ji dil di deswerdana Iranȋ a piștgira rejȋma kujer, ji ber Milișiyȇn Iranȋ ȋroj li Der`ayȇ, Gundewarȇn Helebȇ, Qelemȗn, ȗ Xȗta Șamȇ rex hȇzȇn Esed șer dikin.
ȋroj tu çare li pȇș Ereban nemaye jibilȋ piștgiriya doza milletan di azadȋ ȗ dadweriyȇ de dijȋ zordar ȗ diktatoryatȇn ku zordarȋ bi demȇn dirȇj li deverȇn kirin, ȗ pirek bȗn bo derbasbȗna hemȗ pirojeyȇn timadar li deverȇ ku tiror ȗ tundrewȋ ji xwe re bo pȇkanȋna wan pirojeyan kirine alav, ta ku ȋroj bȗne metirsȋk yekser ne tenȇ li ser rejȋm ȗ dewletȇ, lȇ belȇ milletȇ Ereb bi dȋrok, ol, ȗ xelkȇn wȇ armanc dike.
Salim ElMislit
Berdevkȇ Fermȋ Bi Navȇ Hevbendiyȇ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
4ȇ Avdara 2015an