Kampa Barîka ya li Parêzgeha Silêmaniyê, nuha nêzîk 5000 Penaberên Sûrî pêşwazî dike, ew li ser 1268 Çadiran belavkirî ne, li gor ko Elî Izet karmendê kampê di Rêkxistinên Mirovî yên ko li kampê de ne kar dike, ji Malpera me re da xuyakirin ko piştî Penaberên Şingalê di Tîrmeha 2014an de hatin kampa Erbed, Penaberên Sûrî ji ewê Kampê ber bi Kampa Barîka ve hatin veguhastin, û tev ko amadekirina Kampê bi derengî ket lê hemû pêdiviyên jiyandinê ji av û kehrebê û Dibistan û navenda Tenduristiyê hene.
Di derbarî Dibistanan de li wir Dibistanek bi navê Amûdê heye, ji sinifa yekê heta bi ya nehê wane lê têne dan, û Dibistanek bi navê Kobanî bi piştgiriya Dezgeha Barzanî ya xêrxwaziyê ava bû, ew ya Xwendekarên ji Sinifa dehê heta Bakalorya lê hene, lê belê kadirê dersdanê zehmetkêşiyê di derengmana mûçeyên xwe de dibînin, û ji ber wilo jî mangirtin kirine. Penaber bi karên rojane dirabin û hin ji wan di Rêkxistinên mirovî de kar dikin, ew jî hêvî dikin ko rewş li Sûriyê aram bibe da li warên xwe vegerin.
Jêder: Hevbendî- Hîwa Can/Hewlêr