Êvara duhî şandek ji perlamentoyê Danîmarkê serdana baregeha Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê li Istembolê kir, rewşa îro şoreşa Sûriyê têre derbas dibe û asoyên hevkariyê di navbera herdu aliyan de bo biserxistina Gelê Sûriyê û bidestxistina mafên wî di rûmet û azadiyê de hat gengeşekirin.
Şanda navborî piştgiriya xwe bo doza gelê Sûriyê û şoreşa wê ya li dijî zordestiyê ji bo bidestxistina mafên Sûriyan di rûmet û azadiyê de ragihand, ji aliyê xwe ve Hevbendiyê ji şanda mêhvan re tekezî li ser berdewamiya serkêşiya şoreşê kir, heta dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê û bidestanîna tevaya mafên wî.
Herwiha Hevbendiyê retkirina xwe ji hemû şêweyên terorê re dupat kir, bi taybetî û di pêşiyê de terora dewletê ya rêjîma Esed dike,herwiha terora rêxistina DAIŞê, û tekez kirk u Hevbendiyê berê xwe daye pêkanîna artêşeka niştimanî bo parastina welat û gelê Sûriyê bi tevaya pêkhateyên wê ve.
Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinê de, bal kişand li ser pêwîstî û giringiya hevkariya dostên gelê Sûriyê bo Hevbendiya Niştimanî ji bona pêkanîna armancên şeqama Sûrî û vegerandina tenahî û aramiyê bo Sûriyê.
Herwiha di hevdîtinê de kurtegotarek li ser şoreşa Sûriyê her ji destpêka wê û heta vê gavê hat pêşkêşkirin, têde amar û serjimêrî û dîdevaniyên li ser tawankariya rêjîma Esed û dstçêkirina wî ji tîrorê re li dijî gelê Sûriyê her ji yekemîna roja xwepêşandanên gelê Sûriyê hatin diyar kirin.
Jêder: Hevbendî