Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya duwazdehemîn salvegera vêketina şoreşa Sûrî ya gewre, şanaziya xwe bi pêdariya gelê Sûriyê û rijdbûna wî li ser pêkanîna armancên şoreşê tîne ziman, ji ber ku yekem dengê ku di sala 2011an de bilind bû, îro bi daxwazên zelal tê nûkirin, ew jî rûxandina vê rejîmê, dadgehkirina wê, û gihîştina dewleta azadî û rûmet û dadperweriyê ne.
Em îro di bîranîna vê rojê de ne, lê hîn jî civaka navdewletî tawanên rijêma Esed paşguh dike, û guh nade pabendiyên siyasî yên dadpirsîna rijêma Esed û cîbicîkirina biryarên navdewletî, yên ku dighên veguhestineke siyasî li Sûriyê. Ev rijêma ku çekên kîmawî û bermîlên teqîner bikar anîne, û bi milyonan Sûrî kuştine, koçberkirine û girtine, hîn jî ti hewldaneke navdewletî ya rasteqîn û berçav ji bo dûrxistin û sizakirina wê tune ye.
Hevbendiya Niştimanî di vê boneyê de, daxwazê ji dewletên bira û dost dike ku dîrok û reftarên vê rijêmê di bin çavan re derbas bikin, rijêma ku hîn jî heman tawanên sala 2011an pêk tîne, ji ber ku tawan li ba vê rijêma hov rêbazeke neguhêr e, û pê bi gelê Sûriyê re dide û distîne, û hewl dide ku şoreşa wî vemirîne û dengê azadiyê bibire. Û paşketina helwesta civaka navdewletî dê derdeseriya mirovî ya ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe û gelek salan dirêj kiriye, zêdetir bike.
Hevbendiya Niştimanî amadebûna xwe ji beşdarbûna di her proseyeke siyasî de nîşan daye, ji bo Sûriya ber bi aramiyê de bibe û daxwazên gelê Sûriyê misoger bike. Lê ji ber berdewamiya astengkirina rijêma Esed ji her hewleke siyasî ya navdewletî re, em careka dî daxwaz dikin ku rijêma Esed di Netewên Yekgirtî û ti forumên navdewletî de cihekî bi dest nexîne, ji ber ku ew bi rêya van platforman kar dike ji bo sextekariyê û derewan belav bike, û di riya xapandina berdewam re dixwaze xwe vegerîne, ji ber ku herkes dizane ku rijêma Esed nûneratiya gelê Sûriyê nake, û ew alavek e di destê Rusiya û Îranê de, û xizmeta berjewendiyên wan li deverê dike.
Dilovanî ji pakrewanan re.
Azadî ji girtiyan re.
Serkeftin ji şoreşa gewre.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
17 adar 2023