Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Texmînkirî bû ku rawestana bi hezaran ji ciwanên Humsê li Meydana Saetê ya nû “Meydana Azadiyê” di nîsana sala 2011an de , nameyeke eşkere bide rijêmê û ji encama wê bijarde û rêya xwe di rûbirûbûna daxwaz û armancên gelê sûrî de biguhre. Lê hişmendiya stemkar nikaribû di wê namyê de bigihêje, û rijêm li ser bijardeya tundûtûjiyê di rûbirûbûna ciwanan de rijd bû, ciwanên ku rawestan li dar xistin û rêvebirî û hevrêziya wê li gora karê sivîl û giyanê şoreşê û armancên wê kiribûn.
Hêzên rijêmê di berbanga roja 19 nîsana 2011an de, komelkujiyeke metirsîdar pêkanîn, û di komelkujiyê de gulyên rasteqîn dijî komên li meydanê rawestiyane bikar anîn, lê wê komelkujiyê nikaribû giyanê azadî û şoreşê di dilê wan de bikuje.
Humsê bi qurbanî û qehremanbûna ciwanên xwe û mêrxasiya wan, li hember zordariya rijêmê û tawanên milîsên terrorîst cihê xwe di dilê tevaya sûriyan de girt, û bi rastî bû hêjaya nasnava Paytexta Şoreşa Sûriyê.
Piştî deh sal di ser komelkujiya Meydana Saetê ya Humsê re derbas bûne, sûrî û tevaya cîhanê navê tawanbar û salixên wî dizanin, û doseya wî ya mezin a tijî tawan nasdikin, û tevlî ku tawanbar hîn ta niha azad e, lê ew nedûrî destê dadwerî û sizakirinê ye, û her kesê ku xwîna sûriyan rijandiye dê di demek nêzîk de cezayê xwe yê rewa bibîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 nîsan 2021