Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Ji destpêka birêketina şoreşa gelê Sûriyê, Rûsiya li kêleka rijêma tewankar bû, dijî hêviyên Sûriyan di azadî û rûmetê de, û wê li ser veşartina tewan û komkujiyên rijêmê di Encûmena Ewlekariyê de di riya baxeke ji vetoyên li dû hev kar kir, û Rûsiya piştgiriya desttêwerdana Îranê bi hemû milêsên wê yên mezhebî ji cîhanê anîne kir, û dema herdû rijêmên Sûrî û Îranî di şikestina şoreşa gelê Sûrî de biser neketin, û gava rijêm gihîştiye kenara rûxandinê, rûsiya mecbûr bû ku bi tevaya hêzên xwe yên leşkerî di 30 îlona 2015an de di Sûriyê keve, daku qonaxeke nû ji tewanên Rûsî dijî Sûriyê û xelkê wê dest pê bike, û welatê me bû zevîya testên çekên Rûsî, û bêhtir ji 65 cûre ji çekan li ser gelê Sûrî cara yekemîn hatin ceribandin wek ku Rûsiya şanaziyê pê kiriye.
Û tevî anîna Rûsiya ji çekên herî giran ser xaka me, û bikaranîna wê cûrbecûr çek û bombeyên vala û yên hejandinê û balefiran û di riya wan çekan re welatê me kire pêşangeha çekan û meydana rahênanên zindî, û tevî hemû komkujî û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê pêkanîne, û tevî amadebûya wê ku berdewam bik, û hîn bêhtir tewanên mezin pêkbîne.
Lê ew îro gihîşte rêyeke pêşî girtî û dawîyeke bêçare ji pirojeya ku xwe spartiye ser diktator û xwena karîna rûxandina gelê Sûrî.
Piştî bazarkirina agirbest û rêkrftinan û bikaranîna wan rêkeftinan, daku êrîşî sengeran bike piştî jihev cudakirina wan, û armanckirina bajar û gundewaran yek li dû yekê, êrîşên ku bûne sedema pêlên berfireh ji koçberiyê û daqurtandina deverên rizgarkirî bi awayekî rêbazkirî.
Sala dawiyê hat yaku dê kotahiya va sergermiya bêhişî bibe, û daku ev sal vebir be di çespandina diyardeyên sernekeftina Rûsî li ser asta kleşkerî tevî bikaranîna siyaseta sotandina zemînê.
Gelê Sûrî di rêya cenga rizgariyê yaku bi tevaya şêweyên siyasî û sivîl û meydanî pê radibe, û bi piştgiriya hevalbendên wê ku destêwerdana Rûsî bighîne dîwarekî girtî, û her tiştê ku Rûsiya ji rijêmê re pêşkêş kirî, ger li ser asta tewan an piştgiriya leşkerî an piştgiriya diplomasî be bidawî hat, û ti rê îro tune ne bêyî rêya çareya siyasî li gorî biryara 2254 tevî Desteya Hukimdariya Demkî bi kêrhatinên yên tam.
Û rêya lêpirsîn û şopandina tewnbarên cengê dê ne dûr be, û dadweriyê dê bighîne her yekî tewan dermafê gelê Sûrî pêkanêne, û Sûrî û çalakvan û mafnasên rûmetdar li seranserê cîhanê dê berdewam bin di şopandina berpisyarên tewanên li kuderê hatibin kirin daku cezayê xwe yî rewa bistînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwazê ji civaka navdewletî dike, ku berpisyariyê hilgire, û kar li ser dîtina mîkanîzmin guncaw ji bo astengiya Rûsî li Sûriyê rawestîne, û xebatê ji bo tevgereke bêhtir çalak û fişarê bike, ji bo hîn zêdetir xwîn nete rijandin, û daku tekerê pirosesa siyasî bi awayekî yekser pêşde here.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
29 îlon 2020