Daxuyaniyeke rojnamevanî
Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku Sûriya hîn ne ewle ye û ti atmosfereke guncaw ji bo vegera penaberan tuneye, nemaze ji ber ku hê jî sedemên penaberiyê hene û kûrtir û berbelavtir bûne ku ya herî girîng berdewamiya rêjîma Esed di tepeserkirin, kuştin û girtinê bi şêwe û rêbazên cuda de ye, ku di raporên rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar de hatine belgekirin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko vegera penaberan bi pêkanîna veguhestineke siyasî li Sûriyê ve girêdayî ye, li gor biryara 2254 û peydakirina jîngeheke ewle û bêalî piştî avakirina desteya rêveberiya veguhêz ku di biryara navborî de hatiye diyarkirin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko kirîza penaberan her weha kirîza derbiderên navxwe yên ko tûşî jiyaneke trajîk dibin, ji ber berdewamiya rêjîma Esed û hevkarên wê di operasiyonên koçberkirinê de ye, û ew rasterast berpirs e di ber wan de, her weha di ber bi dehên qeyranan de ku Sûriye û herêm tê re derbas dibe, û divê civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê bi awayekî bi bandor li aliyê Sûriyan rawestin, ji ber ku ev kirîzên mirovî, binpêkirin û tawanên ku li dijî wan li hundir û derveyê Sûriyê tên kirin, ji şiyana wan mezintire.
Berdewamiya serederiya navdewletî bi rewşên trajîk ên ku gelê Sûriyê tê de dijî re ku bi awayê birêvebirina kirîzan li şûna çareserkirina wan a ji kok de tev digere, rewşê nagihîne çareseriya kirîza penaberan û ya Sûriyê bi giştî, û divê civaka navdewletî stratejiya xwe biguhere û bi rêbazên xurttir kar bike da ku biryara 2254 (2015) bi tundî cîbicî bike, ji ber ku qeyranên mirovî li Sûriyê xwedan rehên siyasî ne, û ne pêkan e ku bigihêjin çareseriyên domdar ji van qeyranan re bêyî ku sedeman çareser bikin.
Hevbendiya Niştimanî spasiya welatên ku mêvandariya penaberan dikin ên ku atmosfereke guncaw û guhdana pêwîst ji Sûriyan re peyda dikin dike, û tekez dike ku sûrî hewldan û alîkariyên mirovî yên van welatan bilind dinirxînin, û tekeziyê li ser berpirsyariya wan di ber parastina penaberan de dikin her weha cextiyê li ser pêgiriya bi vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar bo malên xwe yên resen li welatê xwe dikin.
Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
20 hezîran 2024