Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di cîhana ku têde dewlet pêşbaziyê li ser guhdana berjewendiya welatiyên xwe dikin de, û pêşkêşkirina baştirîn derfetên fêrkirinê bo wan, û bi comerdî smanên welêt li ser dibistan û zanîngeh û lêkolînên zanistî xerc dikin, lê cihê mixabîniyê ye ku pêwîstî heye ku rojek bo parastina hînkirinê ji êrîşan terxankirî be, û ku hîna rijêm û desthilat hene dibistanan bombebaran dikin, û bi awayekî rêbazkirî û bi mebest wan dirûxînin.
Di vê roja navdewletî bo parastina fêrkirinê ji êrîşan yaku dikeve nehê heyva êlûnê ji her salekê, derdora sê melyon zarokî Sûrî ji hînkirinê bêpar in, û dibistanek ji her sê dibistanan li derveyê pêşkêşkirina xizmetkariyê maye.
Tu endam ji endamên pirosesa fêrkirinê ji tawanên rijêma Esed û sponserên wê saxlem nemane, ji ber ku xwendekar koçber kirin û mamoste xistin girtîgehan û dibistan ruxandin û rêbaz şêwandin.
Bi boneya vê rojê, em ji nû de bang û dengên gelê Sûrî yê dorpêçkirî û koçberkirî û yê ku bi hesin û agir tête armanckirin û rastî curbecur fişar û armanckirinan li seranserê Sûrê tê vediguhêzin, û em daxwazê bo desttêwerdanê dikin, daku wan li gorî yasaya navdewletî û rewatiya navdewletî rizgar bike, û vê tawana berdewam dermafê mirovê Sûrî ya ji deh salan de raweste, û nemaze di deh salên vê dawiyê de.
Divê biryarên navdewletî cîbicî bibin, û tawanên rijêmê û hevalbendên wê dermafê gelê Sûrî rawestin, û veguhestina siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê misoger bibe, û vegera ewle û ji def xwe ve bo penaberên Sûrî dabîn bibe, ji bo ku di avakirina ku nezaniyê û stemkariyê ruxandiye de beşdar bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
09 êlûna 2021