Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, spasiya bizavên Komara Federal a Almanya, Keyaniya Belçîka û hemî welat û partiyên din kir, yên di derbaskirina pêşnumayek biryarê de beşdar bûn, ji bo dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovahî bi rêya dergehên sînorî yên ne di bin kontrola rejîmê de ne.
Hevbendî, her weha pêşwaziya xwe ya ji her fersendê re tekez dike, ya beşdarîyê di dabînkirina domandina alîkariyên mirovî re bike, bi riya binkeyên sînor ên ku ne di bin kontrola rejîmê de ne, û tekez dike li ser giringiya zêdebûna hejmara dergehên sînor yên bikaribin ji bo vê alîkariyê biker bên, û derbaskirina alîkariyê ne têkilî serdemek taybet be, û tenê bi hewcedariyê ve girêdayî be. ji ber dibe ku mirin an jiyana Sûriyan, bi taybetî zarok, bi hatina wê alîkariyê di dem û cîhê rast de girêdayî be.
Derbaskirina vê biryarê eşkere dike ku gengaz e xalên hevbeş û têgihiştinên navdewletî werin dîtin, da karibin biryarên zêdetir derbas bikin, ku beşdariyê di sekinandina tawanan de bikin, û çareseriyek siyasî ya rastîn dabîn bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî – Sûriye
Beşê Agahdarî û Ragihandinê
11 kanûna paşîn, 2020