Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Berdewamiya dûbarkirina derwan di riya alavên ragihandinê re, nikre wan derewan wek rastî bide pejirandin an jî rastiyê biguhere, rastiya hebûna bihezarên qurbaniyan û wêranbûna dibistan û nexweşxane û bazaran, û derbiderbûn û komkujiyên ku rêxistinên mirovî ew belge kirine, wê tekez dikin.
Wezareta karê derve ya Rûsî, radigihîne ku ew sivîlan bumbebaran nake, û bi tenê komên terorîst armanc dike, lê roj bi moxilan naye nuxmandin, ji ber ku tewanên zindî ne û tevaya cîhanê lê temaşe dike.
Metirsiya Terora rêjîman ji terora rêxistinan bihêztir e, û gelê Sûrî zehmetiyên mezin ji terora Rûsiya û alîgirên wê kişandine, bi radeyeke bilindtir ji hemû hêzên terrorîst li Sûriyê, û ew hêzên terorîst destekên wan rêjîman bûn, da gelê Sûriyê û tevaya cîhanê bi wan bitirsînin.
Wê dadwerî li Sûriyê bicih bibe, û çi kesê ku binpêkirin di derheqê gelê Sûrî de encam dabin, wê bêne dadgehkirin, û bi taybetî yên ku girtiyên siyasî di zindanan de eşkence kirine, û çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne, û yên dibistan û bazar û mizgeft bi hemû coreyên çekan topbaran kirine.
Çi kesê hewl dide behaneyan ji van tewan û binpêkirinên derheqê sivîlan re bibîne, ew di van tewanan de beşdar e, û xwe dike çihê şermezarkirinê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, carke din doza veguhestina doseya tewanên cengê li Sûriyê ji bo Dadgeha Tewankariyên Navdewletî dike, û doza dadegehkirina çi kesê ku destê wî bi xwîna gelê Sûrî bûye dike, û di heman demê de tekez dike ku çi kesê li dijî wê yekê biskine, hevparê wan tewanan e û berpirs e di ber de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
11 sibat 2020