Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di dema ku hêjî xwîna gelê me tê rijandin bi hemû şêweyan û bi awayên herî hovane li jêr êrîşên rêjîma Esed, û destdirêjiya hevalbendên wî yên Rûsî û Îranî bi awayekî rasterast li pêş dîtin û bihîstina Cîhanê bê hebûna karvedanek rasteqîne ji bal dost û alîgirên gelê Sûriyê ve, ku helwestên nerim berdewam tên li hember tawanên rêjîmê yên dijemirov li Sûriyê, li şûna ku bête veguhestin bo dadgehên navdewletî yên taybetmend bi mînakên wek wî, herwiha ji dêvla piştgiriya şoreşgeran bête kirin, ew ên li dijî rêjîmê û pêre dijî terora navdewletî radiwesti.
Ligel bêdengiya pir bi sehm û tirs ya em dibînin, ji aliyê wan kesên bêkêr in li hember pêkanîna çareseriya siyasî, bi rêka xelatkirin û dilaramkirina tawankaran, û netenê çavgirtina ji qurbaniyan, lê belê zêdekirina fişaran li ser wan qurbaniyan û hêsandîtina êş û azarên wan, ku di rewşek weha de em hîç asoyên rasteqîne nabînin ji pêvajoyên niha tên pêşniyarkirin ku hewla seqamgêriyek sextet û xeyalî dikin, ku dibe bi awayekî tundûtîjtir biteqe û bibe sedema tevlîheviyek berdewam ku em û cîhan tev ji encamên wê bitirs in.
Destêwerdana serbazî ya Rûsiya di Sûriya de- ku nekêmî dagîrkirinê ye- bi taybetî li ser perava Sûriyê, ku welat bi mayîn û bumbe dike, û binaxên parçekirina welat dirust dike, û sereweiya wê binpê dike, herwiha tê di çarçova piştgiriya rêjîmê nejî li dijî terorê wek axavtinên hindekan, ku ew tê ji bona dagirtina valehiya ku pêwîst bû gelê me wê dagire bi piştgiriya azadîxwazên Cîhanê.
Em, di Hevbendiya Niştimanî de; ji berê de û heta niha jî em beşek in ji wî aliyê kar ji bona dabînkirina çareseriyek siyasî ya dadperwer dike, û me dît ku wê bête misogerkirin di daxuyaniya Jinêv û biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 û di cêbicêkirina bendên wê de, lê niha em matmayî ne li hember pesendkirina dagîrker û zordaran ji bo bibin stûnên wê çareseriyê, hevdem em hewlên derbaskirina rêjîma tawankar û dsetekên wê û serokê wê yê xwînmij şermezar dikin, û berî her tiştekî em daxwazê ji dost û alîgirên xwe dikin ku bi hawara miletê me ve bên û li aliyê wî rawestin.
Berî her tiştekî, Em dibêjin ku miletê me xudan maf û xudan şoreş e, û ew lêveger û birayardar e, û wek van hewlan sûrbûna me ji bona bidestxistina serkeftinê û avakirina dewleteke sivîl û demokratîk zêdetir dike, her ji bona vê yekê, em daxwazê ji hêzên zindî û karîger li ser rûyê zemînê dikin ku dengê xwe bilind bikin û yekrêziya xwe ava bikin ligel astê siyasî yê serbixwe.
Li dawiyê..dibin ariya êgir de, wê Cîhan bi tevahî dengê gotina “Na” ji me bibhîze, ku bitenê em ji bona azadî û rûmetê bi şoreşê rabûn, ku herdu armanc me han didin ku em bêjin “Na” ji Esed û destekên wî yên xwînmij re, û Na ji her aliyekî re ku dixwaze careka din wî bide pêş.. wê şoreşa me bê veguheztin berbi berxwedaneke gelêrî ve, ku ti carî destdirêjî û zordestiyê li ser xwe qebûl nekê.
Şikodarî û nemirî ji Şehîdan re
Saxî ji Birîndaran re
Veger ji koçberan re
Azadî ji gitiyan re
Bijî Sûriya serfiraz bi xak û welatiyên xwe ve
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya Siyasî
26 Êlûna 2015