Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bombebarana tawankarî ya ko firokên dagîrkerên Rûsî û firokên rêjîmê li bêtir ji 20 bajarok û gundewarên Idlibê cîbicî kirine pirotesto dike, ko di encamê de nekêmî 20 sivîlan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, her weha hişyariyê dide ji piştguhkirina aliyên kartêker yên navdewletî ji van bûyeran re bi taybetî mijara parastina sivîlan û ewlehiya wan.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ko li dijî vê tawankariyê rawestin, û fişarên pêdivî bikin bo pabendiya tekûz bi peymana kêmkirina şerî li Idlibê, û nameyekê bişînin ko tê de çi behaneyên binpêkirina vê rêkeftinê red bikin.
Hevbendî çi behaneyên vê êrîşê red dike, û alayên artêşa Sûrî ya azad yên yekem bûn li hemû Sûriyê ko beraberiya rêkxistinên tiroristî kirine. Û sivîlên Sûriyê yên herî ziyan gihiştiye wan bi sedema hebûna wan rêkxistinan, yên ko destê rêjîmê di çêkirina wan de heye. Hevbendî bi gotin û kiryar hebûna rêkxistinên tundrew an milîtanên mezhebperest li hemû deverên Sûriyê red dike, û giring e yekser derkevin û hemû cureyên dagîrkeriyê bidawî bibin.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Encûmena ewlehiyê dike ko beraber vê êrîşê yekser bilive û kar bike bo derxistina biryareke bilez ko tawankariyên Rûsya pirotesto bike çimkî, ew aliyekî zordarî li miletê Sûrî kiriye, û daxwaz bike dijminkariya xwe rawestîne, û pêrabûnin jidil bike tako tawankariyên xwe û yên rêjîmê rawestîne, û giring e hemû biryarên bi Sûriyê ve têkildar û ya giring biryra 2254 cîbicî bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragehandinê
05.09.2018