Daxuyaneyeke Rojnamevanî
Ji ber ko Rêjîma Çeteyan ya li Şamê desthilatdar dîsa heyberên kîmawî li gelek Herêman bi hevkariya Rêjîma Îranî li dijî Sivîlan bikar anîne. Û şehîdên ewan çekan şeva duşembê li Gundewarê Idlib û li Sermîn bixwe li paş xwe hiştin. Gelek ji wan pakrewanan zarok û sivîl bûn, û ji ber ko Rêjîma Esed ji çar salan ve li darî çav û guhdariya Civaka Navdewletî kuştarên li dijî mirovantiyê û qirkirina komel dike.
Va dîsa Rêjîm tawankariyeke kîmawî ya din dike, di heman çaxê ku Firokên Hevpeymana Navdewletî bi serokatiya Emerîka li Asmanê Sûriyê diçin û tên.
Li gor evê yekê û bi navê Gelê Sûriyê em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, Civaka Navdewletî berpirsiyar dikin di ber encamên bobelata ko rewşa Sûriyê gihayê ji encama piştguhkirina Civaka Navdewletî, ko biryarekê nadin bi sizakirina tawankaran yên qirkirina komel kirine, û em berpirsiyarê dikin hustê Dewletên ko biryarên Netewên Yekbûyî yên beraberiya kesên ko çekên kîmawî bikartînin cîbicî nakin. Bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118 ya sala 2013an û bi taybetî xala 21 ya ko li gora benda heftan ji peymanên Netewên Yekbûyî ko li ser wan yên çekên kîmawî bikaranîne sizayan ferz bike.
Li gor evê yekê Hevbendiya Niştimanî û Dezgehên wê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaz dike ko civîneke awarte lidar bixe da biryara 2118an li jêr benda heftan cîbicî bike. Û tawankarên cengê û di serî da kujer Beşar Elesed bidin dadgeha tawankariyên Navdewletî.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
18Adar,2015