Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hemû di rijandina xwîna sûriyan de beşdar in, yên bombebaran kirine, yên kuştin kirine, yên pere dane, ên milîsên mezhebperest şandine, ên simt û cihên deveran dane yê kujer, yên sûrî ji alavên berevanî û berxwedanê bêpar kirine û yên bêdeng mane!
Dagîrkerê rûsî û milîsên îranî û çeteyên Esed, tevaya şêweyên tewanan dijî sivîlan li Meeret Elnuhman û gundewarên Idlib û Helebê bikar anîne, bi riya çekên qedexe ji hêla navdewletî ve, û koçberkirina bidehên hezaran ji sivîlan, bi sivkatiya bi biryarên navdewletî û yasa û rewiştên navnetewî li pêş çavê cîhanê.
Îro ji gelên cîhanê û desteyên sivîl û yên mafnasî û saziyên civaka sivîl û çalakvan li tevaya cîhanê, tê xwestin ku tev bigerin ji bo fişaran li ser hikûmetan bisepînin, ji bo rawestandina vê helmeta tewankarî, û cîbicîkirina biryar û yasayên navdewletî.
Ji gelên cîhanê tê xwestin ku piştgiriya daxwaz û mafên sûriyan yên rizgarbûna ji stemkarî û terorîstiyê bikin, da bi aştî di bin siya rijêmeke demuqrat de bijîn.
Şoreş bi destê kesayetiyin payedar ên azadîxwaz dest pê kir, ti devera azadkirî tune bû, îro me gelek ji deverên azadkirî ji ber terora navdewletî ya Rûsiya û Îranê yên piştgiriya rijêmê dikin ji dest dan, lê hîn jî gelê Sûriyê çavnêrê azadiyê ye, û dagîrkirina xakê nikare hezkirina me ji azadiyê re û hêza dilê me talan bike, hêz û vêna ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê û avakirina Sûriyake nû, dûrî malbata Esed a tewankar û piştgirên wê,.
Rûs û îranî ne yekem kes in yên Meeret Elnuhman dagîr kirine, ji berî wan jî gelek dagîrker hatibûn, lê tev de têk çûn, û Sûriya ma, herweha dê dagîrkerên niha jî bi destê qehremanên wî bajarî têk bişikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
31 kanûna paşîn 2020