Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de bi hemû pêşxeriyên ko bizavê ji bo bigihên çareseriyeke siyasî yî tekûz xweşhal in. Pêşxeriyên ko ji bo rêjeka xwîna Sûriyan birawestînin û hem jî rê li ber prosesa vegihêz vekin, ber bi Sûriyeke yekgirtî bi hemû pêkhatiyên xwe ve û mafê wan dabîn bike û tiştên mayî ji Dezgehên dewletê biparêze.
Hevbendî sûre li ser çi pêşxeriya siyasî bi mercê ko yekîtiya welat biparêze, û tiştên mayî ji Dezgehên dewletê biparêze. Û mafê hemû pêkhatiyên civaka Sûrî dabîn bike. Lê tekez jî dike giring e ko rûxandina Esed û peyayên wî jî dabîn bike, û mafê hemû pêkhatiyan jî bê cudabûn bête erêkirin.
Tê de têgihana hevwelatîbûnê bingehê Sûriya nûjen be û hemû pêkhatiyên Sûriyê ji bo Şoreşê qurbanî danîne. Û pêkhatiyên ko Rêjîm dibêje ew parêzvanê wan bû ziyan ji stem û zordariya wî wek yên din dîtine.
Di rewşa nuha de nemumkine ber bi Sûriyeke nûjen ve biçin eger hemû miletên Sûriyê ji bo rûxandina Rêjîmê ne hevkar bin. Avakirina dewleteke sivîl û dîmuqratî û piralî bi jiyana destûrî û serdestiya yasayê bijî û hem jî bi sizakirina Gendelan li ser bingeha berpirsiyariya kesane pabend be.
Hem derfetê li ber hemû hevwelatiyan wek hev veke li gora pisporî û bawernameyan, û pirinsîba cudabûna desthilatan û azadbûna Dadweriyê û rêzê li viyana xelkê di dezgehên nûnerîtiyê de bigire yên ko hilbijartinan bi azadî û pakî dipejirînin.
Qonaxa nuha ji temenê Şoreşa Sûriyê pêdivî bi têgihana siyasî û niştimanî ji hêla hemû aliyan ve heye, ji yên siyasî û leşkerî li ser xakê bi derçûna ji berjewendiyên teng ber bi têgihana dewletê ve ya ko hemû pêkhatiyên civaka Sûrî himêz dike û ji nav wan jî regeza Elewî û mafê wan biparêze.
Li beraber jî wêrekî ji helwestan re divê ji pêkhatiyên cobicor yên ko heta nuha rêjîm ewan wek rehîne digire û dibêje ewan diparêze. Giring e ew bête avêtin û hemû jî rûxandina wî ya tekezkirî têbigihên û hem jî bobelata berdewamiya piştgiriya wî nas bikin an jî bêdengbûna wan li himberî ko ew kêmnetewan delîve dike.
Di evê çarçoveyê de berê Hevbendiyê Belgeha pirensîbên bingehîn yên çareseriya siyasî li Sûriyê ko ji 13 bendan pêk tê derxistiye. Nerîna xwe ji nexşeya çareseriya siyasî re li Sûriyê dide ya ko li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Rewaya Navdewletî û li ser wan bi pêkhatiyên Opozisyona Sûrî re û bi Alayên Şoreşger û Şepolên siyasî wek Desteya Hevrêz û Şepola avakirina dewletê lihev kiriye.
Hevbendî dîsa tîne ziman ko azadî, dad û rûmetî armancên serekî yên Şoreşa Sûriyê ne, yên ko Şoreşgeran hemû buhayên xwe ji bo wan dane da li nav hemû pêkhatiyên Sûriyê belav bike, bê ko li regez an ola wan bipirse.
Hîşam Merwa
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
16.Gulan.2015