Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî kiryarên tolhildan û bêserûberiyê yên piştî tewana devera “Bişerî” li Libnanê derketine holê şermezar dike, û tekez dike ku tiştên bûne encama yekser e ji têkçûna hikûmetê di danûstandina bi bûyerê re ye, û wê hişt ku dozeke takekesî û teng bibe qeyraneke nû.
Hevbendiya Niştimanî şermezariya tewana dermafê welatiyê Libnanî bûye tekez dike, û daxwaza lêpirsînên zelal bo kifişbûna sedemên pê ve girêdayî dike, û di heman demê de redkirina xwe ji çi armanckirina koçberên Sûrî li Libnanê û qewtandina wan ji cihên lê rûniştine û şewitandina tişt û kelûpelên wan tekez dike.
Hevbendiya Niştimamî sistbûna desthilatên Libnanî li gel gotara nefret û handana li ser dijîtiyê ya ku bandora wê dighê koçberên Sûrî ji aliyê hin kesayetan ve şermezar dike, û dibîne ku her yek tevlî wan kiryaran bibe ew li pêşiya yasayê berpisyar e, û beşdar e di her tiştê kirêt de an di binpêkirinên ku penaber û koçberên Sûrî rastî wan tên.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji metirsiyên van kêşeyan û gengaziya berdewamî û mezinbûna wê dide civaka navdewletî, nemaze ku bêserûberî û tunebûna yasayê û lewaziya rola navdewletî dê derfetê bide bikaranîna siyasî ji aliyên ku piroblêmê gur dikin û dixwazin bûyerê ji asta tewanên kesayetî derxînin.
Hevbendî tekez dike ku Sûrî dê di demeke nêz de vegerin welatê xwe, û dibîne ku cîbicîkirina biryarên navdewletî û veguhêza siyasî û derketina milîsên Hizbullah a terrorist sedemên sereke bûn ku welatiyên Sûrî koçber bibin, û cîbicîlirina wan biryaran mercên xwezeyî ne bo vegera ewle û rûmetdar bo wan penaberan.
Hevbendiya Niştimanî ji nêz de û di riya rêvebiriya karûbarê penaberan û ofîsên pispor têde pêşketinên rewşa li Libnanê dişopîne, û Hevbendiya Niûtimanî sipasiyên xwe bo gelê Libnanê û hêzên Libnanî yên li kêlek Sûriyan rawestîne nemaze kesayet û rayedarên li ser parastina penaberên Sûrî dixebitin tîne ziman.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
29 çirya paşî 2020