Daxuyaniyek Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
14.10.2014
Taxa Elwe’ir li bajarê Humsê ev bû bêtir ji salekê di rewşeke pir dijwar de dibuhûre, Rêjîma Esed di çend rojên çûyî de êrîşeke leşkerî daye ser taxa ko bêtir ji 250hezar niştecih tê de hene, rojane dora 15 bermîlên teqîner bi ser de davêtin, heta nuha dora 10 pakrewanan û bi dehan birîndar bûne û li gora Çalakvan dibêjin wêraniyeke bêhmpa çê bûye.
Çalakvan bi navnîşana “We’ira me dişewite” bi kampaniyekê rabûne, da ji raya giştî re kuştarên Esed li taxê dike berçav bikin, û hem jî ji bo navtêdana Rêkxistinên Navnetewî bikin da alîkariyên hawarçûnê û yên bijîşkiyê pêşkêş bikin û dorpêçê ji ser rakin.
Bi navê Hevbendiya Niştimanî ez kuştarên Rêjîma Esed yên ko li taxa Elwe’ir dike protesto dikim, û dîsa hişyariyê didim ji metirsiya ko Hevalbendî eger tenê li Daiş bide û Rêjîma Esed piştguh bike, ev mijar dihêle ko miletê Sûriyê bi amancên Hevalbendiyê yên li Sûriyê nema baweriyê bîne.