Daxuyaniyek Rojnamevanî
Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê
În 15 Tebax 2014
Zengilê tirsê lêdide digel pêşdeçûna rêxistina “dewleta Islamî” li gundawrê bakurê Helebê heta gihandina wê nêzîkî bajarokê Mari’i, piştî kontrol kirina wê li ser herdu gundên Axtirîn û Tirkûman û hin gundên doruber, û Hevbendî tekeziyê dike ku metirsiya vê rêxistinê li Êraq û Sûriya ji yek nayê cida kirin, û heger komelgeha navnetewî rijde li ser dijayetiya terorê pêdiviya netenê li Êraqê bê.
Hevbendî li bîra Civaka navdewletî tîne, ku Hevbendî û Artêşa Azad pêşeng bûn bi hoşdarî kirina Civaka navdewletî bi metirsiya vê rêxistina terorist, herwiha pêşeng bû di dijayetî û qewtandina wê de ji hin navçeyên Sûriya de, û ji wan ji gundewarê Helebê, û Hevbendî dupat dike, ku hîç alternatîvek nîne ji bilî piştevaniya Artêşa Azad û pirçek kirina wê bi çekên pêşketî da berevaniyê bike li hember metirsiya DAIŞ û tawanên wê yên di derheq Sivîlan de, û herwiha encamdana erkê xwe yê nîştimanî bo dijayetî û rûbirûbûna rêjîma Esed, yekemîn piştevanê teroristan di vê deverê de.
Mihr bo Şehîdan, Saxî bo birîndaran û Azadî ji girtiyan re.
Bijî Sûriya, bijî Gelê wêyî azad û serfiraz.