Nûnerê Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Tirkiyê Xalid Xoce tekez kir: “Siyaseta Tirkiyê ji bo miletê Sûrî nayê guhertin”. Ev li pey kongirê Rojnamevaniyê îro, di hevdîtina Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê de got:”Axaftinên fermî yên Tirkî herdem dilê Sûriyan û Hevbendiyê dike cih de ko ewê piştgiriya me bikin, herweha siyaseta Desthilatê ji bo pêşwaziya Sûriyan û pêşkêş kirina rajeyan bo wan yên tenduristî û niştecihbûnê û avadankirinê berdewam e. ”
Xoce da xuyakirin ko: “Danûstandin di navbera Hevbendiya Niştimanî û Wezareta derve ya Tirkiyê û Waliyê ko karûbarê Sûriyan birêve dibe berdewam hene. Herweha bi Şaredariyan û hin Wilayetan re, li gora ko ew bi Hevbendiyê wekû Nûnera rewa ya Gelê Sûrî li ser asta siyasî li Tirkiyê dapêdan bikin. ”
Xalid Xoce got ko:” Serokê Şaredariya Entabê tekez kir ko parek ji Sûriyan bê cih in û hin malbat li cihekî tevlihev niştecih bûne, ji ber wilo jî Desthilata Tirkiyê ew Sûriyên ko nikarin di çadiran de bijîn, mazûvaniya wan dike.” Berdewam kir û got: “Kampeke nû li Xazî Entab heye dikare 25 hezar kes bihewîne. Û evê dawiyê ji Herêmên metirsiyê hin Sûrî bi bal Kampan de guhastin.”
Xoce da xuyakirin: “Koçberiya Sûriyan hêj berdewam e, û qeyrana penaberan ji karîna hewandina Kampên Tirkiyê bêtir e. hejmara xelkên Sûriyê ko li Tirkiyê ne 1.3 milyon Sûrî hene. Lê karîna hilgirtina Kampan 250 hezar penaberî ye, li 22 Kampan û li bajarê Xazî Entab bêtir ji 300 hezar Sûrî hene.”
Xoce got: “Di derbarê bûyerên dawî de ko li Entabê çê bûn, em pir xemgîn in lê em tekez dikin ko kuştina yekî Tirkî bi destê xortekî Sûrî bûyer takekesane û nabe hemû miletê Sûrî bibe amanc ew miletê ko bi kotekî dev ji xaka xwe ji ber kuştarên Rêjîma Elesed reviyaye.”
Xalid Xoce Rêjîma Elesed bi evê kuştinê tawanbar kir, çimkî ew dixwaze peywendiyê navbera miletê Tirkî û Sûrî xerab bibe, û agir navbera wan de gûr bibe, berê Rêjîma Elesed gef dane û endamên wî teqîn li ser sînorê Tirkiyê çê kirine.
Xoce ji civaka navnetewî daxwaz kir bobelata miletê Sûrî çareser bike.
Dest nîşan kir ko planek li bal Hevbendiyê heye bi alîkariya hevalên Gelê Sûriyê penaberan li Herêmên aram vegerînin, eger parastina navnetewî ji wan re hebe.
Jêder: Hevbendî