Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Pêşhat û bûyerên vê dawiyê dibin, dihêle ku erkê her sûriyekî li Tirkiyê dijî be, aramî û hêminiyê di civakê de belav bike, û rewşa ku dever tê re derbas dibe li ber çav bigre.
Em bihêvî ne, tevaya birayên me yên Sûrî, çanda lêbûrînê û azadî û ewlehiyê ya ku li Tirkiyê heye biparêzin, û her hewildaneke ku rewşa niha derfet ji xwe re dibîne ji bo xerabkirina aramiyê û çandina nakokiyan di nav gelê Sûriyê û Tirkiyê de red bikin, di demekê de ku em pir hewcedarî hev in.
Berdewamiya rawestana gelê Tirkiyê û yê Sûriyê li kêleka hev, û nehêlana her hewildaneke çandina nakokiyan, berpirsyariyeke giştî ye, divê em tev jê re kar bikin, û aramî û hêminiyê dabîn bikin, ji bo berdewamiya yekîtiya herdû gelen.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
28 sibat 2020