Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Gera 53yemîn a Civînên Desteya Giştî

November 13, 2020
in Daxwiyanî
Reading Time: 6 mins read
A A

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî Civîna Desteya Giştî li bakurê Sûriyê yê azad di dema navbera 11-13 çirya paşî 2020an de ya heman roja bîranîna heştemîn ya damezrandina Hevbendiyê ye, ya di 11 çirya paşîn ji sala 2012yan de bû, lidar xist.

Civatên Desteya Giştî ya niha pêngaveke guhertina  girîng  û destpêkirineke serrast e bo hebûna Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî, yên ku derdora 5 melyon û 200 hezar kes lê dijî, a ku bi rastî Sûriyeke biçûk  dide  xwiyakirin, ji ber ku hemû kesên ji parêzgehên Sûrî koçber û derbider bûne an cengên qirkirinê û derdeseriyên koçberiyê li ser wan ferz bûne li vê derê li gel hev bijîn, wek perçeyek biha ji welatê me û beşek ji Sûriya me ya yekperçe.

Û ev gerê bi bilindkirina alaya şoreşa Sûriyê ji aliyê Serokê Hevbendiya Niştimanî bi beşdariya yek ji kesên birîndar û zarokekê wek nûnera hêviya Sûrîyê û paşeroja wê û bi amadebûna Serkirdeyên Tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Serokên Encûmenên Xwecihî li deverê û hejmarek saziyên çalak ên gelêrî hate destpêkirin.

Û civatê bi xuleyeke bêdeng û xwendina fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, û Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî civat bi şiroveyekê li ser pêşketinên meydanî û siyasî dest pê kir.

Em bawer in ku cihê me yê xwezeyî li ser xaka me ye, di nav xelkê me yê ku derdeseriyan dikşînin û koçberiyê û xizaniyê û jiyana kampan temûl dikin de ye, em rewatiya xwe ji wan werdigrin, û bi wan em pêgiriyê bi mafê xwe dikin, lewra biryara rast ew e ku baregeha Hevbendiya Niştimanî li vir li ser vê axa pêroz be, û ew e ê ku em pê rabûne û em ê têde berdewam bin, ji ber ku ewê bihêle em hukmekî şareza ava bikin, û çareseriya rewşa gelê xwe di hemû waran de bikin, û bingeha Artêşa Niştimanî û saziyên din biçespînin, û piştgiriyê bidin Hikûmeta Demkî daku bi rola xwe rabe, û guh bidin beşên gelê me di hemû deverên ku lê hene de, ger li deverên rizgarkirî bin, an li deverên di bin kontirola rijêmê de, an desthilatên defakto ,an li deverên koçberiyê û penaberiyê bin.

Endamên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî gelek civînên kar  û civatên giştî li gel hejmarek ji nûnerên hêzên bajarokî û gundewarî li deverên rizgarkirî û li gel çalakiyên gelêrî ji cûrbecûr deverên Sûriyê di riya diyalogeke vekirî re lidar xist, û têde rewşa xelkê û pêşniyarên di cûrbecûr waran de berçav kirin, û li ser rewşa xizmetguzarî û hewcedariyên jiyanê yên cûrbecûr û awayên rêxistina rêvebirî û siyasî li deverên rizgarkirî û xurtkirina têkiliyê bi Hevbendiya Niştimanî re wek nûnerê rewa yê gelê Sûrî.

Û li ser asta pêşketinên pirosesa siyasî de Hevbendiya Niştimanî ji destpêka danûstandinan de di wê baweriyê de ye ku rijêma tewanbar û helwestên piştgirên wê gavekê jî berve çareya siyasî yaku dibîne wek destpêka dawîbûna wê ye navêje, û dê bimînê pêgirê bijardeya ewlehî û leşkerî,  û vê rewşê pir caran pirsa sûda danûstandinê û berdewamiya wê ji me kir, gelo sûde di rawestandinê de heye, an em berdewam bikin tevî baweriyên xwe? Bi riya bijardeyên alternatîf ên ku em di riya hejmarek ji alavên ku gelê me bingeh û stûna  wê ye dest pê dikin.

Li ser riya çareriya siyasî ya li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254, me her tiştê ku di warê amadebûna erênî û pabendiya bi giyanê daxwiyaniya Cinêvê ya ku tê wateya gihîştina veguhestina siyasî di riya damezrandina desteya rêveber a veguhêz re tev hemû desthilatên wê yên cîbicîkar û li gorî di biryara 2254de hatî me pêşkêş kir, û me bersiva her tiştê ku ji me dihat xwestin da, wek belge û kaxezên ku nûnertiya giyanê şoreşê û armancên wê dikin, û biryara me ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a alternatîf ku cihê Beşar Esed û sembolên rejîma wî yên kujer tê de tune be, û me gelek caran xwest ku serbestberdana bi sedhezarên girtiyan wekî gavên pêşîn di riya dabînkirina jîngehek ewle de, ji bo pêkanîna hilbijartinên pak di bin siya Netewên Yekbûyî de.

Û di çarçova xebata Civîna Desteya Giştî de, Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî kurtasî derbarê xebata Ofîs û Komîte û Rêvebiriyan di dema borî de pêşkeş kir, û beşdaran guh dan raporên hûrgulî yên Wezîrên Hikûmeta Demkî li ser asta rêyên xebatê û ya ku hatiye bidawîkirin, û yên di warê zehmetiyên ku rastî wan tên, û Endamên Hevbendiyê ew rapor bi berfirehî gotûbêj kirin û hejmarek ji pirs û pêşniyaran pêşkêş kirin.

Û civatê di roja duyemîn de xebatên xwe bi guhdarkirina li şiroveyeke berfereh ji aliyê  birêz Enas Elebdeh, Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî û pêşketinên ku rûbirûyî Komîteya Destûrî bûne berdewam kirin, ew jî bi beşdariya birêz Hadî Elbehra Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî bû, û herdûyan tekezî li ser miqatebûna Hevbendiya Niştimanî ku di karên xwe de berdewam be  bo kartêkerkirina rewşa Desteya Danûstandinê û şopandina rewşa Komîteya Destûrî kir.

Û Desteya Giştî guhdarî xebata rêvebirî û komîteyan û karên ku Hevbendiya Niştimanî di cûrbecûr astan de di dema borî de pê rabûye û pirogramên firehkirina têkliyên xwe li gel beş û çalakîyên gelê me di riya Komîteya Diyaloga Niştimanî re û hevdîtinên lidarxistine û yên Ofîsa Partiyan kir, her weha tiştê ku Komîteya Cezîre û Ferat pê radibe daku xelkê deverê rêvebiriya deverên xwe bi xwe bikin, di riya desteyên ku ew hildibjêrin, û danîna pirograma kar û tevgera li gel Hikûmeta Tirkî û Emerîka û yên dîtir re, û tiştê ku Komîteya Başûr ya Cêwî pê radibe bo rûbirûbûna astengiyên li deverê rûdidin, nemaze tevgera gelêrî ya berxwedêr tê de.

Di çarçoveya helmeta ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe di warê redkirin û rûbirûbûna kongirê penaberan,  ya ku bi gelek waran mijûl dibe, Endamên Hevbendiya Niştimanî hevdîtin li gel nûner û diplomatên di doseya Sûriyê de dixebitin lidar xistin, û behsa pêşketinên meydanî û helwestên wan yên hemaheng  li gel helwestê Hevbendiya Niştimanî di warê redkirina kongirê ku Wezareta Berevaniyê ya Rûsî li Şamê derbarê penaberan lidarxist, û me zêdebûna piştgiriyên têne pêşkêşkirin bo rûbirûbûna bêtara korona li bakurê Sûriyê xwest, û me tekezî li ser girîngiya fişarên li ser rijêmê û hevalbendên wê wek piştgirî bo çareya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 kir.

Civatên Desteya Giştî bi silavkirina gelê me yî Sûrî yê li cûrbecûr deverên ku ew lê ber xwe dide, û bi biryara ku mafên xwe bistîne, û sîstemeke alternatîf ava bike, sîstemeke demoqrat û piralî daku wekhevî û dad û rûmetê di navbera hemû sûriyan de pêk bîne, karên xwe bidawî kir.

Silav li giyanê pakrewanên şoreşa Sûrî

Azadî bo girtiyan

Serkeftin bo şoreşê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

13 çirya paşî 2020

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post

Derbarê Êrîşên Hûsiyan ên Terorêstî li ser Cazan a Erebistana Siûdî

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.