Gotar
Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê
28 Nîsan 2015
Xuşk û birayên min yên Sûrî
Bira û kurên we yên şervan rûpelên bêhempa ji serkeftin û qehremaniyê di dîroka mirovatiyê de tomar dikin, bi çekên sivik û bi hin çekên navencî, Ku lawên Sûriyê bi mêranî rûbirûyê çekên wêranker dibin û karin wan çekan bişkînin.
Ku Idlib û Busra Elşam û Nesîb û Cisr Elşixûr û rûberên berferh ji deşta Elxab û herwiha herdu parêzgehên Der’a û Idlibê bi giştî hatine rizgarkirin, hevdem ku hêzên rêjîmê li parêzgeha Helebê nêzîkî dorpêçkirinê dibin, piştî ku bi dehên caran rijêm di hewildanên xwe yên bi hevkariya dagîrkerên Iranê bo dorpêçkirina bajêr têkşikestin.
Rêjîm di warê abûrî de têk diçe piştî ku di warê mirovahî de têk çû, ku nakokî di navbera berpirsyarên rêjîmê de yên piledar gihiştine radeya dijminkariyeke xwînewî, heta ku nakokî gihiştine nav malbeta Esed bixwe jî, û herwiha tawankarên malbeta Elmexlûf jî winda bûn, yên alavên kuştinê bi diravên ji milet hatine dizîn dikirîn.
Bêgoman serkeftinên gelê Sûriyê me têxin li hember ketwarekî Siyasî yê nû, û herwiha li hember tarazû û hevkêşeyên nû, ku gel serdikeve û rêjîm têkdişke.
Serkeftinek hevbeş e ku çendîn hêz û tabûrên cuda cuda têde pişkdar in, serkeftinek e Sûriyan nirxekî mezin jêre daye, ew serkeftin bo hemû xelkê Sûriyê ye û nejî bo hêzekê bitenê ye,her wek layengerên rêjîmê û tirsonekên diniyayê dibêjin, û dîroka Şoreşên mirovatiyê tekez dike ku tu kes nikare destê xwe danê ser Şoreşa miletekî ku armancên wê diyar bin û herwiha rêyên cîbecîkirinê jî xuya bin.
lewra Hevbendiya Niştimanî ya rewatiya xwe ji pabendbûna xwe bi armancên gelê Sûriyê û şoreşa rûmet û azadiyê distîne, tekez dike ku ew bi hîç şêweyekî bi çareseriya siyasî bê ruxandina rêjîma Esed û bendekên wî razî nabe, û herwiha di hîç piroje û danustandinan de ku di pêşiyê de avakirina sîstemeka azad li Sûriya têde neyê liberçavgirtin beşdar nabe. serkeftinên lehengên me li Idlib û Hema û Laziqiyê û Der’a û Şamê, berpirsyaretiyek taybet têxe li ser milê me ku ewjî bi xurtkirina kar û xebatê û bihêzkirina hevrêziyê û xwedûrkirina ji fitine û cudahiyê û karê destbidest bo serxistina piroseya kargeriya xwecihî ya li navçeyên rizgarkirî.
Duhî me hevdîtin bi hejmarek mezin ji nûnerên hêzên şoreşger re yên li ser çendîn aniyan kirin , herwiha ligel hêzên şoreşê û Encûmenên xwecihî jî, ku me tekezî li ser têkşikandina rêjîmê kir bi pêkanîna têkşikestinek mezintir, bi bihêzkirina xebat û hevkariyê bo serxistina rêvebirina navçeyên rizgarkir bi şêweyekî bêalî û hevbeş.
Ez serkeftina we piroz dikim, û bi rêz û hurmet xwe li ber kar û xebata bergiriya sivîl û hêzên asayîşê bo rizgarkirina giyanê welatiyan û parastina mal û sermayê wan ditewînim.
Ez daxwaza dilovaniya xweda ji şehîdên nemir re dikim
Û azadiyê ji girtiyan re dixwazim û saxiyê ji Sûriya xweştevî re.
Herwiha Sipasiya dewletên dost û bira dikim li ser bizavên wan di piştgiriya gelê Sûriyê de li ser hemû astan.
Bijî Sûriya bi azadî û serbilindî bi saya xudê serkeftin nêzîk e.