Xalid Xoce
Serokê Hebendiya Niştimanî Sûrî 17ê Tebaxê 2015
Bi Navê Yezdanê Dilovan
Duh, rejîma Esedî a tawankar di zincîreke kuştaran de li Idlib û Der`ayê, û herweha li bajarê Dûma ê bi ser bajarê Şamê ve jî, bi sedan ji sivîlên Sûrî kuştin, dema firokên cengî êrîş birin ser sûkeke gelêrî di çaxa ku xelkên Dûma ên dorpêçkirî hindek pêdiviyên rojane û xwarina ku li gel wan maye bi hev re diguhertin, piştî du salan ji dorpêçkirina bînçikên ku ew jî ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê ye, û li tawana qirkirina berdewam zêde dibe, a di dorpêçkirina giştî û birçîkirina ta mirinê de diyar dibe ku derheqê xelkê Gundewarên Şamê pêk tê.
Firokên cengê ên rejîma tawankar bi awayekî kîndar û berdewam bo kuştinê sûk di cara yekê de bumbebaran kir, û piştî kombûna xelkên bo xelaskirina birîndaran, firokeyan bumbebarankirin gelek caran dûbare kir, û birîndar û kesên di gaziya wan de hatibûn bi awayekî pir hovane û tirorî armanc kirin ku gihişt asta hovîtiya destpêkî û kîna dijî mirovan.
Wêrekiya rejîma Esed û zêdegaviyên wî di pêkanîna kuştaran derheqê sivîlan de li ser dirêjahiya 53 heyvên berdewam, sedema wê bêdengiya navdewletî ye ku digihêje asta hevparî û aîkariya pêre, û bal kişand ku ê rejîmeke mîna vê rejîmê bi çek bike û wî ji lêpirsîna Encumena Ewlehiyê a Navdewletî biparêze ew bi xwe di pirsiyariya vê tawana ku sivîlên ji berî çend salan ve dorpêçkirî û birçîkirî ne bi firokên cengî dikuje hevpar e.
yê li dijî avakirina deverên aram bo Sûryan li ser erda wan derdikeve, û nahêle piştgiriya wan bi çekan bo parastina xelk û zarokên xwe bikin bibe, ew nameyeke diyar bo rejîmê dişîne ku rê jê re li pêş hemû tawanên kirêt vekirî ye.
Rejîma Esedî ji berî 53 heyvan ji van helwestan fam dike ku ew rêdaneke bo pêkanîna kuştaran, û israra milletê Sûrî li ser koçkirina Beşarê Esed ê tawankar û peyayên wî, ku ne mumkin e rola wan di pêşeroja Sûrî de hebe, em îroj li ser vê yekê tekez dikin, û em bêtir pê bawer in, em îroj bêtir bi mafê milletê Sûrî re ne di berevaniya ber xwe de û rewatî û pêwistiya rizgarkirina erda Sûrî ji qirêja vê rejîma dagîrker, û qirêja dagîrkerê Iranî û milişiyên kuştin û kîna regezperist ku Sûrya dane ber êrîşên xwe.
Divê Netewên Yekbûyî, Encumena Ewlehiya Navdewletî, û dewletên berdewam endam in tê de, bi mafê milletê Sûrî di jiyanê de mukur werin, û hew Beşarê Esed kujerê zarokan biparêzin.
Çi axavtin derbarê çareyên siyasî û aştiyane di bin siya kuştarên ku rejîma Esed pêk tîne û efûkirina tawankaran ji cezayê, wê di pêkanîna aramiyê li Sûryayê bê wate be.
Em li ser pêwistiya peydakirina aramiyê ji sivîlan re li deverên rizgarkirî û piştgiriya xwesteka pêkanîna deverek aram tekez dikin.
Hevbendiyê dest bi pêkanîna komîtekê kiriye bo belgekirina tawanên ji hêla Esed ve pêk hatine ta wan ji komîta lêpirsîna Navdewletî re pêşkêş bikin.
Em berxwedêriya birayên xwe di Artêşa Sûrî a Azad de û şoreşgeran silav dikin, li ser sekina bi wan re bo peyketina tawankarên cengê û kişandina wan bo dadweriyê, û di serî de Beşarê Esed.
Em herweha li ser hebûna hevrêziyê di navbera hemû yêkîneyan bo avêtina gavin guncaw bo parastina sivîlan û rawestandina rejîmê ji pêkanîna tawanên bêtir tekez dikin.
Em piştgiriyê Ji dewletên dost dixwazin ku tawankarên van kuştarên Dûma , Xûta, Idlib, Zebedanê, Wadî Bereda, û hemû deverên Sûrî pêşkêşî dadgeha tawankarên Navdewletî bikin.
Em Civaka Navdewletî û bi taybet Rûsya û Emirîka û rêxistina Cîhana Islamî û Komkara Erebî dixin pêş pirsyariyên wan de derbarê miletê Sûrî ê ku ji berî 5 salan ve di bin bêdengiya Navdewletî de ta asta razîbûna bi rewşa heyî tê kuştin.
Dilovanî bo pakrewanên me
Serkeftin bo şoreşekê ku xelkên wê ji bilî serkeftin û rûmetê ji berevanên azadiya Sûrî re qebûl nakin dixwazin.