Gelî Sûriyan,
Xuşk û Birayên hêja
Di heman çaxê ko Şervanên me ên qehreman serkeftinên giring pêk tînin,
û ziyanên istiratîcî digihînin Rêjîmê
Di heman çaxê ko Besra Elşam û Rêbuhêrka Nesîb û Idlib û Cisir Elşixûr û Erîha rizgar bûne, û Esed desthilatdariya wî ji ser sêparên Sûriyê çûye.
Bezandina bi sedan leşkerên wî bûye dîmeneke normal
Di evî çaxî bi xwe de Daiş hat û ket şûna Rêjîmê de piştî ko ewî bi xwe Tedmur digel çekên pir giran radestî Daişê kirin.
Daiş hat da şûna wî Humis bigire û bi tiroristên Hizbullah re li Qelemûn û herêmên Başûr hevrêzkirinê bike. Û dawî hat da Rêjîma revok li Helebê Paytexta abûriya Sûriyê biparêze.
Piştî hat pêşbîkirin ko bi temamî ji destê Rêjîma tawankar rizgar bibe.
û nêzîkbûn li xewna Sûriyan piştî serkeftinên Idlib û Erîha di kêlîkên rûmet û serkeftinê de hovîtiya Rêjîmê bêtir dibe,
bi sedên sivîlan bi Bermîlên teqîner di sibehekê tenê de ji sibehên Heleba birîndar dikuje.
Belê û bi sedan Sûrî winda dibin bê ko cîhan bilive û bê ko ew firokên Hevpeymanê kuştina zarokên Sûriyê karekî tiroristî bibînin.
Bi tiroristiyê û kuştina duqat rêjîm bersiva têkçûnên xwe dide. Û hem jî bi hevkariyeke nediyar bi hêzên Tiroristan re hevbendiyê dike.
Sûriya îro ketiye navbera du hêzên tirorist
Daiş li herêma Rojhilat ber bi Siwêda û Hums û Helebê bipêş ve diçe,
da Milet û Şoreşgerên me têke navbera du agiran de û cîhan lê temaşe dike û wekû çar salên berê dîsa nalive.
Lê bêdengiya îro wateyeke din dide,
anko radestkirina Sûriyê bi tevahî
da bibe cîgehê du hêzên tirorist
Em bangeke lezgîn ji bo dewletên cîran dişînin da ko hevrêziyê digel hev bikin piştî piştguhkirina Civaka Navdewletî ji kêşeya Sûriyê re, û mil bi mil têwerdanê bikin ji bo nehêlin Sûriya bibe makdera tiroristiyê bi nûnerîtiya Daiş û Esed û Çeteyên regezperest.
Û bi hawara Sûriyê ve bên û herêmeke parastî dabîn bikin da Firokên Esed xizmeta Daişa tirorist nekin
Ev nuha li Helebê çêdibe ku Firokên Rêjîmê Şervanan bombebaran dikin, da derbasî herêmên ko dixwazin bibin. Firokên Esed aşkere hewedariya Daiş dikin, ew bombebaran dikin û Daiş derbas dibin.
Qet nabe ko miletê Sûriyê di beraberiya Tiroristiyê de bi tenê bimîne, tiroristiya Esed û Daiş û Çeteyên Îran
Tiştekî nayê pejirandin, miletê Sûrî dibîne ko Firokên Hevpeymanê di ser serê wan re derbas dibin û ew li ser destê Daiş têne serjêkirin, û derbasî hin herêmên din dibin û li wir li Daiş dixin.
Tev ko ew herêm metirsî li ser kêmtir e.
Eger Sûriya wilo bi tenê bimîne wê encamine pir metirsî pêk bîne û dê li herêmê belav bibe.
Helebê heta nuha 63% ji Bermîlên rêjîmê yên teqîner û bi mûşekên palîstî û top û firokan hatiye bombebarandin.
Hêlana bajarên Sûriyê bê parastin bê alîkariya leşkerî û kêmkirina alîkariyên mirovî û yên sivîl qet nabe.
Em dozê li Dewletên Ereb û yên heval dikin da piştgiriya leşkerî û sivîl ji herêmên ko rêjîm û Daiş û Çeteyên Îranî li wan bûne yek li Şam û Heleb û Hums û Qelemûn û Dera û Siwêda bikin, û bihêlin Herêmên rizgarkirî parastî bin. Û piştgiriya Şervan û niştecihên Helebê û Şoreşgerên Qelemûn yên ko beraberiya dagîrkerên Îranê dikin bikin.
Tiştê ko bi ser Helebê de hatiye xwar bi qasî bombeyeke otomî ye,
bê ko Firokên hevpeymanê bibînin û ew her roj di ser re derbas dibin.
Di heman çaxê ko Hevbendî hevdîtinên xwe bi alayên leşkerî re berdewam dike da pêkhatina laşê serpereştiya leşkerî nuh bikin.
Em dozê li hemû alayên leşkerî dikin da milbimil û yekdest bin û çi ji wan bê piştgiriya aniya Heleb û aniya Qelemûnê bikin û derfetê ji destê rêjîmê der bixin da di têkçûnan de berdewam be.
Piştgiriya Desthilata demkî bikin ya ko bizavê ji bo alîkariya herêmên rizgarkirî dike û piştgiriya Birêveberiya sivîl ya xweser li ewan herêman bikin.
Tevli metirsiyên mezin ko beraberiya miletê me dikin
Berbanga azadiyê tê.
û miletê me yê ko çarik ji ser rûyê kirêttirîn diktator di herêmê de rakir û pozê wî jî di axê de dakir,
dikare ji hemû cûreyên tiroristiyê rizgar bibe.
Bijî Sûriyê azad û serbixwe.
Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî
01.06.2015